Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê

img

QAMIŞLO - Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso, derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Idlibê de, got: “Tirkiye ket çerxerêyê. Wê di hûndir de teqînek mezin rû bide. Têkçîna li Idlibê, wê bandora li gelên Tirkiyeyê bike.”

Yek ji partiyên pêşeng ên avakirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di hefteya derbas bûyî de 8’emîn Kongreya xwe li dar xist. Di dawiya kongreyê de, Enver Muslim li şûna Hevserokê Giştî Şahoz Hasan hat hilbijartin û Ayşe Hiso bi dengên delegeyan cardin ji bo hevserokatiyê hat hilbijartin.
 
Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso, derbarê geşadên li Idlibê, krîz û şerê li Sûriyeyê dewam dike û polîtîkayên PYD ên pêş xistin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî 
 
‘JI BO PÊVAJOYA HEYÎ EM BÛN BERSIV’ 
 
Hiso, diyar kir ku wan kongreya xwe di sedemek hesas de li dar xist û wiha axivî: “Herêma me di pêvajoyeke awarte re derbas dibe. Me di pêvajoyekê wiha de, bi hêza gelê xwe serxist. PYD’ê heya roja îro bi têkoşîna xwe karî ji vê pêvajoyê re bibe bersiv.” 
 
Hiso, da zanîn ku serkeftina PYD’ê bi serkeftina xeta ‘neteweya demokratîk ve’ girêdayî ye û wiha got: “Ev xet, Xeta Sêyemîne. Ligel vê yekê, dîsa di rojên derbas bûyî de HDP’ê ligel hemû zext û zilma heyî jî kongreya xwe ya dîrokî li dar xist. Ev tablo serkeftina xeta neteweya demokratîke. Yekemîn çar gelên cuda jî, cihê xwe di nava PYD’ê de girtin. Gelên Erep û Suryanî jî, hem cihê xwe di Meclîsa Partiyê de û hem jî di rêveberiyê de girtin. Ligel hemû şert û mercên neyînî û şerê heyî, bi pêşengtiya jinê me bernameya partiye xwe diyar kir. Partiya me, yekemîn partiye ku li Rojava û Sûriyeyê pergala hevserokatiyê pêş dixe ye. Partiyê klasîk vê reşê bi awayekê erênî pêşwazî nakin. Terzê ku me avakirî û nasnameya ku me pêş xistî, êdî bûye malê hemû partiyên din jî.”   
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN BÎRDOZIYE’
 
Hiso, bal kişand ser xebatên jinan ê di nava partiyê de û wiha got: “Di çarçoveya xebatên partiyê de berê jî Meclîsa Jinê hatibû avakirin. Di partiyê de têkoşîna jinan têkoşînek bîrdoziye. Tevlîbûnên kongreyê ji nivî zêdetir jin bûn. Jinên ku pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, li her derê destkeftiyên xwe diparêzin, têkoşîna xwe mezin dikin û rêxistinbûyîna xwe xurttir dikin. Kotaya jinê ya dinava partiyê de nivî niviye. Yanî ji sedî 50’iye. Êdî jinên ereb jî di Meclîsa Jinê ya partiya me de cih digirin. Em hewl didin vê hejmarê zedetir bikin.”
 
‘ŞAM JI BO GUHERTINÊ NE VEKIRIYE’ 
 
Hiso, têkiliyên Rêveberiya Xweser ên bi rejîma Sûriyeyê re jî nirxand û wiha bilêv kir: “Aqlê Şamê ji bo guhertin û veguhertinê ne amade ye. Rejîm dixwaze paşve vegere berî serdema 2011’an. Lê li qada Sûriyeyê pêşketinên nû çêbûn û ev pêşketin dewam dikin. Ji nivî zêdetirê Sûriyeyê hilweşiya. Şermek mezin rû da. Gelên wê penaber bûn. Hewldanên guhertina demografîk hene. Gelên Sûriyeyê bedelên mezin dan. Divê gel bi xwe êdî biryarê bide. Gelo feraseta dewletê ya neteweyî wê çiqas bibe bersiv ji Sûriyeyê re? Ji xwe krîza ku derket holê ji bo guhertinê derket holê. Ger Rûsyayê piştgirî nedaba rejîma Sûriyeyê, wê ji zûde birûxiya. Qaşo mûxalîfên ku ji bo rûxandina Beşar Esad ketibûn rê, rêya xwe guhertin. Niha ew jî, ji bo hilweşandina Rêveberiya Xweser şer dikin. Rûsya, dibêje ku Rêveberiya Xwest ji bo Sûriyeyê dikare bibe garator, lê gaveke cîdî jî na avêje. Ji bo vî karî cîdiyet û fermiyet pêwîste. Lê di zimanê rejîmê de, feraseta wê jî diyar dibe. Heya ku nîqaş neyin kirin, krîza Sûriyeyê  çareser nabe.” 
 
IDLÎB WÊ BI XWE RE ÇI BÎNE  
 
Hiso, li ser krîz û dengeyên li Idlibê ji nû de pêş dikevin jî axivî û wiha got: “Rewşa Idlibê li ber çave. Rastiya Tirkiyeyê hîn baştir derdikeve holê. Siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê bi pêşketinên Idlibê ve girêdayî ye. Ji ber vê civaka Tirkiyeyê, niha dibin zextên mezin deye.” 
 
Hiso, dest nîşan kir ku rageşiyên tên jiyîn wê bi xwe re pêşketinên cuda derbixe holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rûsyayê bi zanebûn ev kom li Idlibê kom kirin û Tirkiye bi awayekê pir baş di qada Sûriyeyê de bi kar anî. Tifaq pêşxistin û ew ji cîhana Ewropayê dûr xist. Di serde jî hev her du hêz, dijminên hev ên dîrokîne. Rûsyayê xwest Tirkiye nêzî wê bibe û çekan jê bikire. Ev jî li gorî NATO’yê sûce. DYA’ya ku li hin cihan li dijî Tirkiyeyê bêdeng ma, ji bo ku Tirkiyeyê bikişîne ser xeta xwe, wisan nêz bû. Di rastiyê de Tirkiye niha dinava çiravê deye. Di navbera wê û Rûsyayê de ser rêyên M5 û M4 hin peyman hene. Dîsa Rûsya hem bi rejîma Sûriye û hem jî Tirkiyeyê dilîze. Li hin cihan çavê xwe li wan digire. Lê divê pirsa bê pirsîn wê Tirkiye heya ku derê Idlibê di kontrola xwe de bigire be? Dema ku em Bagdadî jî tînin bîra xwe, em dibînin ku Idlib navenda terorê ye. Gelo NATO wê ligel vê yekê jî karibe Tirkiyeyê ji destê Rûsyayê rizgar bike? Ev ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkên pir girîngin. Evê bibe sedama windahiyên giran. Êdî kes nikare pêşiya vê bigire. Ji ber ku êdî Tirkiye ketiye çerxerêyê. Wê di hûndir de teqînek mezin rû bide. Têkçîna li Idlibê, wê bandorê li gelên Tirkiyeyê bike."
 
MA / Nazim Daştan