Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, têkildarî vîrûsa corona xwest ku komîsyona nûnertiya wekhev a ji nûnerê hemû partiyan pêk tê, bê avakirin û wiha got: “Em dikarin hêza mirovan bikin yek û vê talûkeyê têk bibin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, duh plan kiribû ku civîna çapemeniyê li dar bixe. Lê ji ber vîrûsa corono civîna duh taloq kiribû. Sancar, anî ziman ku bi peyamên video hewl didin ku li dijî vûrûsa corona tedbîran bistînin û gel agahdar bikin û xwest hikûmet jî tedbîra welatiyan bistînin. Sancar, anî ziman ku vîrûsa corona bi hefteyan e di rojeva cîhanê de ye û wiha got: "Her kes di bin gefên vê vîrûsê de ye. Di pêvajoyek wisa de em dibînin ku zimanê şer ê siyasetê çiqas zimanekî derewîn e. Divê armanca siyasetê xizmeta civakê be. Xizmeta mirovahiyê be. Divê em aliyê xwe yên hevpar derxin holê. Ji ber vê yekê divê em bi hevre û bi lez têkevin nava tevgerê. Me partiyê Koordînasyona Krîza Navendî ava kir koordinasyona me bi Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) û Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) re di nava parvekirinê de ne. Divê em zêde neçin cihê komî. Lê divê em bi tevahî xwe bi tenê jî nehêlin û têkiliya xwe qut nekin. Ger ku em hemû mirov hêza xwe bikin yek em dikarin vê yekê têk bibin. Divê ciwan jî berpirsiyariyê bidin ser xwe. Em bang li hemû ciwanên xwe dikin. Divê em şewirmendiya di nava xwe de xurt bikin. Yên nexweş, bi tenê, kal û pîr di bin dîskê de ne. Xizanî bi serê xwe rîsk e. Kesên nexweş û bunya wan zeîf di bin rîskê de ne. Divê em bi hevre niqaş bikin ku em dikarin çawa tedbîra wan bistînin. 
 
'BERPIRSIYARIYEK TAYBET DIKEVE SER HIKÛMETÊ' 
 
Sancar, anî ziman ku di vê meseleyê de erk û berpirsiyariyek mezin dikeve ser hikûmetê û wiha axivî: "Ji ber ku hikûmet çavkaniya cemaweriyê û hêza cemaweriyê xerç dike. Ji ber vê yekê li hemû cîhanê bang li hikûmetan tên kirin. Divê ji bo kesên pêdiviyên wan heye malzemeyên paqijiyê bê pere bê belavkirin. Divê hemu dermankirin bê pere bê kirin. Divê di pêvajoyên qeyranê de înternet, av, ceyran û xaza xwezayî bê heq be."  
 
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ Û TEMEN MEZIN BÊN BERDAN
 
Sancar, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha got: "Dîsa divê li girtîgehan girtiyên nexweş, temen mezin û ducanî bi lez serbest bên berdan. Ji ber ziyareta bi girtiyan re hatiye qedexekirin, divê mafê telefona malbatan a bi girtiyan re bê zêdekirin. Divê bi rêk û pêk hevdîtin bê kirin. Divê hikûmet, TTB û SES bi hevre di nava hevkarî û ragihandinê de kar bimeşinin. Divê li meclîsê komîsyona ku nûnertiya hemû partiyan têde heye bê avakirin. Divê ji hemû partiyan bi nûnertiya wekhev de komîsyon bê avakirin. Ya ku me ji vê yekê xelas bike piştevanî û şêwirmendî ye. Em ê bi hêza mirovan a hevkarî û yekîtiyê vê talûkeyê têk bibin."