Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye

img
EDENE - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser cihêkariya di qanûna înfazê de û got, cinayet e. Her wiha Hatîmogûllari ji bo kampanyaya ku Erdogan akere kir jî got, "kampanyaya nelirêtiyê" ye. 
 
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatiye kirin û "Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî" nirxand. 
 
‘CINAYET E' 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku di girtîgehan de 300 hezar girtî û hikumxwar hene û got, ji ber vîrûsa coronayê demildest divê ev pirsgirêk bê helkirin. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku tekane çareserî jî bê şert û merc tehliyekirina girtiyan e. Hatîmogûllari, bal kişand ser qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin jî û got: "AKP, ji bo domandina îqtidara xwe tu mafê jiyanê yê muxalifan esas nagire. Erdogan, di serî de girtiyên siyasî û bi giştî jî tiştên îtidara wî tehdît dikin tehemul nake û bi hincetên pûç gefan li kesên gitine dixwaze û erîçemandinê li wan ferz dike. Di serî de girtî û bi giştî jî hemû mirov, şert û merc çi dibin bira bibin ne mimkun e ku jiyana wan ji bo îqtidareke siyasî bibe meseleya bazarê. Li hin girtîgehan pêvajoya karantînayê dest pê kiriye. Heger rojek berî rojekê çareyek neyê dîtin wê mirov bimirin û berpirsiyarê vê jî îqtidar e. Di înfazê de cihêkarî, cinayet e." 
 
'KAMPANYAYA NELIRÊTIYÊ' 
 
Her wiha Hatîmogûllari bal kişand ser "Kampanyaya Piştevaniyê ya Neteweyî" ku Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan çend roj berê dabû detpêkirin û got: "AKP, ji roja bûye îqtidar heya niha di bûyerên civakiyî û felaketên xwezayî de li pey keysperetiyê ye û li gor berjewendiyên îtidara xwe nêzî wan dibe." Hatîmogûllari, kampanyaya navbirî wekî "nelirêtiyê" pênase kir û got: "Ji bo kesên di 15'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan pere berhev kirin. Miqdarê wan pereyan û aqûbeta wan aşkere nekir. Di erdhejê de jî heman tişt kirin. hesabê pereyê fona betaliyê, pereyê di fona heyînan de neda. Di van meseleyan de AKP qet ne zelal û dirust e. Pir kifş e ku wê pereyên di vê kampanyayê de bên komkirin jî bi dirûstî neyên bikaranîn. Li Gotinek heye; berî biçe çavê wan li xanpandinê ye. Niha çavê AKP'ê li vê ye." 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku AKP, ne piştevaniyê polîtîkayên cihêkariyê bi rê ve dibe, lê belê ne îqtîdara AKP'ê û siyasetmedarên wê, wê piştevaniya civakê ji derheqê vê krîzê derkeve û ew ê tu carî dev ji piştevaniya ji bo gelan bernedin. 
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku îqtidarê budçe ji bo şer xerc kiriye. 
 
Herî dawî Hatîmogûllari, destnîşan kir ku krîza aborî her diçe kûr dibe û got: "Şewba vîrûsa coronayê ne tenê li Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê nîşaneya topavêtina neo-lîberalîzmê ye." Hatîmogûllari, anî ziman ku hem krîza abor, hem krîza siyasî, hem jî krîza akolojîk wê bê pergaleke wekhev, azadîxwaz, wekheviya zayendî û biedalet hel bibe. 
 
MA / Hamdûllah Kesen