Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin 2022-01-29 10:49:27   ÎZMÎR - Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku divê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were temînkirin û gotin, “Pêwîste em li dijî tecrîd û polîtîkayên faşîst ên îqtidarê rabin û berpirsiyariya xwe bînin cih.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê bi tecrîdek giran re rûbirû ye. 10 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî jî destûra hevdîtinê nayê dayîn. Rêxistinên ciwanan xwestin Ocalan were azadkirin û ji bo azadiya Ocalan dê têbikoşin.    AZADIYA OCALAN    Hevberdevkê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên Îzmîrê Firat Sak diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan tê sepandin nayê qebûlkirin û got: “Dixwazin bi van sepanan gelê kurd bênasname bihêlin. Azadiya Ocalan girîng e. Divê ev azadî were temînkirin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya ku pirsgirêka kurd bi şiklek demokratîk çareser bibe û zextên li ser saziyên demokratîk ku têdikoşin biqede. Em ê van polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê qebûl nekin. Em her kesî vedixwînin ku li dijî tecrîdê rabin. Em ê jî wek ciwanan ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe têkoşîna xwe berdewam bikin.”    LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Harîn Yakaç jî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Ocalan tê sepandin wek “sûcê mirvohiyê” nirxand û wiha got: “Divê astengiya li pêşiya hevdîtina malbatê û parêzeran were rakirin. 22 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tecrîdek sîstematîk tê sepandin. Em wek ciwanên HDP’ê vê tecrîdê qebûl nakin. Armanca vê tecrîda îqtidarê ew e ku kurdan û Ocalan ji hev qut bike. Pêwîste tecrîd temildest were rakirin. Ji bo tecrîd were rakirin em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”    'TECRÎD WÊ DAWIYA FAŞÎZMÊ BÎNE’    Endamê Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Mehmet Kasar jî da zanîn ku bi tecrîdê dixwazin peyamê bidin kurdan û hemû aliyên têkoşîna demokrasiyê û got: “Ya herî girîng ew e kul i dijî tecrîdê têkoşînek xurt were kirin. Tecrîd û polîtîkayên zextên li ser HDP’ê di heman demê de tên kirin. Tecrîd dawiya faşîzmê nîşan dide. Divê civak li hember vê rewşê bêdeng nemîne û rabe ser piyan. Em ê jî wek ciwanan berpirsiyara xwe ya li dijî tecrîdê bînin cih. Em ê li dijî tecrîd û polîtîkayên faşîmza îqtidarê têkoşîna xwe bidomînin.”