Ciwanên HDP'î hatin berdan 2022-03-16 11:38:18 WAN - Li Wanê, 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatibû destpêkirin de polisan di 12'ê adarê de li Wanê bi ser malan de girtibûn û endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê Şahîn Akti, Nûrûllah Pakpay û Tarik Kiliç binçav kiribûn. Her sê ciwanan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Emniyeta Wanê îfade dan û piştî 4 rojan ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Her wiha derketina her sê ciwanan a derveyî welat jî hat qedexekirin.