Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin 2022-07-13 11:03:46 EDENE – Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku dê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edene li dar bixe, wê bi tev li bûna 24 tîman di 16’ê Tîrmehê de dest pê bike.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk (HDP) ya Edeneyê û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê, wê turnuvaya fûtbolê ya îsal bi dirûşmeya “Li dijî tiryak, êrişa sîstematîk a zayendî û pişaftinê bendewar nebin, azad bibin” ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê bi guleya polîsan li Amedê hate qetilkirin, li dar bixin. Ji bo Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût 24 tîman serlêdan kirin û ji bo lîstina maçan kûra hatin kişandin. Wê maçên tûrnûvayê li qadeke fûtbolê ya li navçeya Seyhanê di 16’ê tîrmehê de dest pê bikin.   ‘EM CIWANAN VEDIXWÎNIN RÊXISTINKIRINÊ’   Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê Mazlûm Gok ê têkildarî tûrnûvayê axivî, diyar kir ku turnuvaya fûtbolê ji bo bîranîna Kemal Kûrkût li dar dixin, wê 24 tîm tev li tûrnûvayê bibin û wiha got: “Em hemû hevalên ciwan li dijî sîxurtî, tiryak û êrişa sîstematîk a zayendî vedixwînin ku di tûrnûvaya me ya fûtbolê de xwe rêxistin bikin.”