Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike 2022-07-15 15:33:12 STENBOL - Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku wê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dar bixe, wê sibê bi tev li bûna 152 tîman dest pê bike.  Tûrnûvaya Fûtbolê ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Tu jî ji bendewariyê re golekê biavêje” ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleya polîsan hate qetilkirin, li dar dixe wê sibê (16’ê tîrmeh) dest pê bike. Di tûrnûvayê de wê 152 tîm têbikoşin. Ji 152 tîmên ji bo tûrnûvayê serî lêdan 12 ji tîmên jinan pêk tên.    Maçên ewil ên tûrnûvayê wê sibê li Tesîsên Kûluba Sporê ya Eyupsûltan Karadolapê bên kirin.