Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive 2023-04-05 16:14:35   ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP’ê wê sibê bi rojeva hilbijartinê bicive û nexşerêya xwe aşkere bike.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê sibê bi rojeva ewlehiya hilbijartinê û kampanyaya dê di hilbijartinên di 14’ê gulanê de bimeşînin li Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Enqereyê bicivin. Di civîna ku wê Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk jî beşdar be de wê bajarên di çarçoveya hilbijartinê ku dê hevdîtinên ciwanan lê werin lidarxistin bên diyarkirin.