Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin 2023-04-12 11:40:54   STENBOL - Ciwanên ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî xebatan dimeşînin, diyar kirin ku bi kelecan in ku dê desthilata AKP’ê bişînin û bang li hemû ciwanan kirin ku berpirsyariya dîrokî bigirin ser xwe.    Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di serê beşên civakî ku ji krîzên aborî, civakî û siyasî bi bandor dibin ciwan tên. Tê diyarkirin ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dora 7 milyonan ciwan wê cara ewil deng bi kar bînin. Ciwan plan dikin ku ji desthilata AKP’ê ya 21 salan ku di salên dawî de her cure tundî û zextan rewa dibîne re bêje “Bes e”.    Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek, endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Ozlem Ozdemîr û endama Ciwanên Emekê yên Partiya Kedê (EMEP) Ekîm Denîz Akarslan helwestên xwe ya têkildarî hilbijartinan nirxandin.    BERPIRSYARTIYA CIWANAN   Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê gulanê weke pêvajoyeke dîrokî dibînin. Gorunmek, anî ziman ku weke ciwanan daxwaza wan a herî mezin şandina desthilatê ye û da zanîn ku bi bernameyên weke belavkirina belavokan, civînên gel ji niha ve vê kelecanê dijîn. Gorunmek, bi lêv kir ku weke ciwanan di ferqa berpirsyartiya xwe de ne û wiha berdewam kir: “Ciwan heta niha li hemberî zordarî, neheqî û zilmê sekinînin. Ciwan dê di vê hilbijartinê de jî berpirsyartiya dîrokî ya dikeve berê wan pêk bînin. Ciwan wê di ferqa vê berpirsyartiyê de têkoşîna xwe pêş ve bibin.”   ÇIMA PARTIYA ÇEPÊN KESK?   Gorunmek, destnîşan kir ku hêzên demokratîk ên di bin navê Partiya Çepên Kesk de dikevin hilbijartinê hem ji Tifaqa Cûmhûr hem jî ji Tifaqa Milet azadîxwaztir in û diyar kir ku ciwan dê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Gorunmek axaftina xwe bi van gotinan xelas kir: “Em ji kesê tiştekê naxwazin. Tenê mafên xwe yên heyî dixwazin. Divê gotina ciwanan veguhêze Meclisê û ji bo vê jî Wezareta Ciwanan hebe. Yekane partiya ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji pirsgirêkan re bibe çareserî Partiya Çepên Kesk e. Ji ber ku beyannameyeke wê ya biwekhev, azadîxwaz û edaletê diparêze heye. Hemû rê û rêbazên ku Tirkiyeyê ber bi Komareke Demokratîk ve bibin di Partiya Çepên Kesk de ne.”   NÊRÎNA JINAN    Endama Meclisa Ciwanan a EHP’ê Ozlem Ozdemîr jî anî ziman ku AKP hewl dide nifşekî “paşverû” rabike. Ozdemîr a anî ziman ku ji bo hilbijartina bikevinê dixebitin, bi lêv kir ku bi kelecan in ku dê desthilatê bişînin û wiha got: “Bi hevrêyên xwe re me standên hilbijartinê vekirin û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Em bang li herkesê dikin ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. Tifaqên Cûmhûr û Milet tifaqên ku dijminên jinan hatine cem hev. Dema em di çarçoveya jinên ciwan de jî lê dinerin tişteke ev tifaq bidin me nîne. Ji ber wê yekê bi awayekî azad ciwan dikarin tev li xebatên Partiya Çepên Kesk bibin.”   GIRÎNGIYA 1’Ê GULANÊ    Ji Ciwanên Emekê Ekîm Denîz Akarslan jî pirsgirêkên ku ciwan dijîn rêz kirin. Akarslan, ê bi lêv kir ku bi atmosfera ku dê di 1’ê Gulanê Roja Karkeran de derkeve holê ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve biçin anî ziman ku wê 1’ê Gulanê hilbijartinan diyar bike û wiha got: “Em ê şûna ku pêşeroja xwe radestî kesên dewlemend ên di parlamentoyê de bikin, em bi xwe dê siyasetê bikin. Ji ber ku ev pêşeroj pêşeroja me ye. Divê di hilbijartinan de ciwan hem berpirsyartiya xwe ya dîrokî hem jî ya roja me pêk bînin û tevî vê yekê di 1’ê Gulanê de bi daxwazên xwe li qadan bin.”    MA / Rûkiye Adiguzel