'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan' 2023-04-20 09:15:44 MÛŞ - Li Mûşê ciwanên ku ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin, diyar kirin ku ew doza jiyaneke azad dikin û gotin ku ji bo dawî li vê hepsîbûna li welêt bê ew ê biçin ser sindoqan.    Hemû derdorên ku di serdema desthilata AKP'ê de hatine emxdûrkirin, li benda hilbijartinên 14'ê Gulanê ne. Ji van derdoran ciwan, diyar dikin ku ew ê li ser sidnoqan hesab ji desthilata AKP-MHP'ê bipirsin. Li Mûşê ciwanên ku di bin banê Partiya Çepên Kesk de dixebitin, dixwazin dawî li vê hepsîbûna li Tirkiyeyê bê.    ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Halît Yuksek bilêv kir ku ciwan dê di 14'ê Gulanê de vîna xwe bidin der û got ku desthilata heyî ciwanan dejenere kiriye, ew mehkûmî tiryak û fuhûşê kirine. Yuksek destnîşan kir ku ciwan dê hesabê vê rûxandina 20 salî li ser sidnoqan bipirsin û got: "Ciwan dê piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. Ji bo hesabpirsîna ji hemû polîtîkayên qirêj em ê biçin ser sindoqan."    ‘BILA DAWÎ LI HEPSÎBÛNÊ BÊ'   Ronay Akmanê jî anî ziman ku ew bi salan e rastî astengî û çewisandinan tên û got: "Hilbijartinê nêz bûye, lê hê jî zext û çewisandin didomin. Êdî em nikarin bi awayekî azad biaxivin. Gava emd iaxivin an em tên girtin an jî em tên binçavkirin. Êdî em tiştekî wiha naxwazin. Em dixwazin wekî ciwanên azad bijîn. Ji bo dawî li vê hepsîbûna li welêt bê, ez ê biçim ser sindoqan."    JIN, JIYAN, AZADΠ   Celal Doner jî diyar kir ku her rayek dê ji bo siberojê bibe ronahî û got: "Em ê hesabê hemû neheqiyan li ser sindoqan bipirsin."    Ebûbekî Yetkîn jî got: "Em ciwan em ê heya 14'Ê Gulanê mil bi mil bixebitin. Em ê roja hilbijartinê dawî li koletiyê û dewra ezbetiyê bînin. Êdî em dixwazin dawî li vê koletiyê bê."    Hatşce Erolê jî destnîşan kir ku divê hemû jin li ser sindoqan bin û got: "Em ê vê pergalê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê biguherînin.    Rûken Çelîkê jî destnîşan kir ku ên hîmê jiyanê datînin jin û ciwan in û got: "Em ciwan û jin em ê biçin ser sindoqan û vê desthilatê birûxînin."    MA / Rûken Polat