Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye 2021-04-12 17:13:11   EDENE – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku wê gelê kurd serî netewîne û ev tişt got: “Çareseriya Pirsgirêka Kurd diyalog e û navnîşan jî li Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan e.”   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevdîtinên xwe yên bi gel re yên li Edeneyê didomînin. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, endamên MYK’ê û PM’a HDP’ê jî tevlî bernameyên hevserokên KCD û BDP’ê yên li bajar bûn.   Her sê hevserokan piştî hevdîtinên xwe yên bi esnafan re yen li navenda Edeneyê serdana malbatan kirin. Piştî serdanên xw yên malbatan derbasî navçeya Ceyhanê bûn û bi gel re hatin gel hev. Li navçeyê hevserokan destpêkê esnafan ziyaret kirin û piştre li qeweyekê civîna gel li dar xistin.    ‘TESFIYEKAR TESFIYE BÛN’     Hevserokên KCD’ê Ozturk, di civînê de axivî û diyar kir ku êrişên desthilatê yên li dijî kurdan zêde bûne û wiha got: “Ji dîrokê ve dixwazin kurdan tune bikin. Gelê me çima hat Ceyhanê? Gundê wan şewitandin û koçberbûn li wan hat ferzkirin. Ji bo pişaftinê koçkirinê li gelê me ferz kirin. Lê gelê me weke li her derî li Ceyhanê jî çand û zimanê xwe parastin. Wê demê bi kuştin, komkujî û koçan tesfiye nabe. Dixwazin gelê kurd tresfiye bikin, lê ew tesfiye bikin.”   ‘NAVNÎŞAN ÎMRALÎ YE’    Ozturk, destnîşan kir ku dixwazin gelê kurd teslîm bigirin û ev tişt anî ziman: “Çareseriya Pisrgirêka Kurd diyalog e, navnîşan jî li Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan e. Gelê kurd baş nas bikin. Hûn ji kurdan re dibêjin, ‘Serî ji me re bitewînin’. Lê kurd wê qet serê xwe ji we re netewîne.”   ‘LI ZINDANA AMEDÊ BINÊRIN’   Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên îmhakirinê 100 sal in têdikoşe û wiha got: “Her hikumet, ji bo ku kurdan ji holê rake serî li polîtîkayên ewlehiyê dan. Kesên ku hêj di van polîtîkayan de israr dikin bila bizivirin li Zindana Amedê binêrin. Di salên 90’î de gund hatin şewitandin, cînayetên ku faîlên wan nediyar pêk hatin lê gel dest ji daxwazên xwe berneda. Gel li hemberî van serî netewand û têkoşîna xwe bi biryardarî domand.”   ‘ÇARESERÎ OCALAN E’   Aydenîz, anî ziman ku heke Tirkiye Pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser neke wê gelek tiştan winda bike û ev tişt got: “Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Tifaka faşist, ji bo ku pergala xwe ava bike Birêz Ocalan tecrîd dike. Qala reforman dikin. Heke ji dil bin bila tecrîda ser Birêz Ocalan rakin.”   Aydeniz, xwest ku gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve û li qadan daxwazên xwe yên demokratîk bîne ziman.