Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê 2023-11-19 11:06:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku tev li Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê lidarxistin bûn, li Îzmîr û Eskîşehîrê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê.    Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê ve duh “Meşa Azadiyê” hatibû destpêkirin û meş îro jî berdewam dike. Siyasetmedar jî di nav de, meşvanên ji Enqere û Mêrsînê bi rê ketin, di ketina Eskîşehîrê de gihiştin hev. Piştre jî ber bi Gemlîkê ve ketin rê.    BASKÊ ÎZMÎRÊ BI RÊ KET   Gelek kesên ji bajarên Herêma Egeyê bi rê ketin li Taxa Akincilar a navçeya Buca ya Îzmîrê gihiştin hev. Girseya ku li Mûgla, Manîsa û Aydinê hatin ba hev, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girseyê bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” bertek nîşanî polîsan dan.    Beriya meşê 16 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa Midûriyeta Ewlehiyê ya li Çankayayê. Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahsum Koç, Ayşe Silik, Cûma Kolu Kisa, Şakîr Oklav, Fulya Erdogan, Abdulganî Tellî, Fatma Funda Akbulut, Dîndar Arslangray, Ramazan Silik, Îbrahîm Esen, Nevzat Aktaş, Siraç Turgal, Emanet Kaban, Kudbettîn Karagoz û Kamîl Dag.   Tevî êrişa polîsan jî gelek kes bi wesayîtên xwe yên taybet ber bi Gemlîkê bi rê ketin.