Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin 2024-01-18 09:08:58 ANTALYA - Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê girtî ye, 34 meh in agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Li dijî vê yekê, bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.   Li dijî tecrîda Îmraliyê, rewşenbîr, nivîskar, derhêner, lîstikvan, hunermend û muzîkjenan jî di 7’ê Çileyê de li Stenbol û Amedê bi navê “Em ji bo aştiyê bibin dengek" deklarasyonek eşkere kirin û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê yên li dijî şer anîn ziman û xwestin dawî li tecrîdê bê û meseleya kurd bê çareserkirin.    ‘TECRÎD RÊ LI BER ÇER VEDIKE'   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê, Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Antalyayê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê greva birçîbûnê berdewam dikin. Yildirim diyar kir ku girtî dixwazin qanûn û peymanên gerdûnî yên li dijî tecrîdê bên sepandin û got ku ev daxwaz daxwazeke gelekî mirovî ye û ji ber vê greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin jî mafekî aştiyê ye. Yildirim wiha domand: "Mîna rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleya kurd. Ev jî daxwaza parastina mafê aştiyê ye. Ev tecrîd ne hêleke wê ya mirovî û ne jî hêleke wê ya hiqûqî heye. Li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Îsrarkirina di vê yekê de jî di heman demê de pirsgirêkeke rageşiya siyasî ya li Tirkiyeyê ye. Her wiha ew polîtîka ye ku rê li ber şer vekir. Li Îmraliyê hiqûq nayê sepandin."    Yildirim da zanîn ku girtiyên siyasî yên li Antalyayê ketine greva birçîbûnê hin cezayên dîsîplînê yên wekî hucreya yekkesî, qedexeya hevdîtinê û çalakiyên civakî birîn û got u divê grevên birçîbûnê di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin û cezayên dîsîplînê bên bidawîkirin.    ‘DIVÊ EM GIRTIYAN BI TENÊ NEHÊLIN'   Yildirim destnîşan kir ku bi bidawîbûna tecrîdê re dê li welêt rêya demokrasiyê vebe û bal kişand ser çalakiyên "Bibe dengê aştiyê" yên di vî warî de hatine destpêkirin. Yildirim got: “Ji ber ku çaresernekirina pirsgirêka kurd li welat rê li ber azadiya ramanê girt, bû sedem ku girtîgeh tijî bibin. Em difikirin ku divê hin daxwaz nebin barê girtiyan. Pêwîst e hemû hêzên demokratîk vê mijarê binirxînin. Tecrîda li Îmraliyê tê wateya astengkirina çareseriya pirsgirêkeke wekî pirsgirêka kurd. Jixwe pirsgirêkên girtiyan ên wekî xwegihandina mafê tenduristiyê û pirsgirêka tecrîdê heye. Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em girtiyan bi vê çalakiya ku ji bo çareseriya pirsgirêkê li dar xisine, bi tenê nehêlin."   MA / Ergîn Çaglar