ENQERE - Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bernameyeke li Meclisê hat bibîranîn. Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen got: “Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li Lijneya Giştî ya Meclisê hat bibîranîn. Wekîlên tev li lijneyê bûn, wêneyên Onder xistin singê xwe. Wêneyê Onder ê bi qurnefîlan hatibû xemilandin danîn beşa Koma DEM Partiyê.
PEYAMÊN NÛNERÊN PARTIYAN
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Serokwekîlê Meclisê yê AKP’î Bekîr Bozdag axivî û sersaxî xwest. Bozdag, got ku ew ji ber wefata Onder gelek xemgîn bûne û got: “Feraseta siyaseta lihevkirinê ji xwe re kiribû rêgezek û ev şexsiyeta wî ji hêla gelek derdorên cuda ve dihat hezkirin. Mirovekî mustesna bû.”
Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen jî got: “Di demên herî krîtîk de jî bi kenê xwe ji nişka ve her tişt diguherand. Bêguman Onder ne niha, 20 sal piştre jî wefat bikira dê me ev heman êşa giran bijiya. Tevî nexweşiya xwe jî di pêvajoya nû de bi roleke çalak rabû. Hêj pêvajo temam nekirî jiyana xwe ji dest da. Vê yekê êşeke din bi xwe re anî. Hêvîdarim weke mîrateya wî ev pêvajo di demekî herî kin de bê temamkirin. Bedena xwe, tenduristiya xwe fedayî vê pêvajoyê kir. Serok Sirri tiştên nîvco dihişt temam dikir. Niha divê em tişta wî nîvco hiştî temam bikin.”
Serokwekîlê Koma Partiya Îyiyê Bugra Kavuncu jî sersaxî ji malbata Onder û DEM Partiyê re xwest. Kavuncu, got ku Onder pirsgirêkên herî zehmet û giran jî sivik dikir û ev tişt anî ziman: “Gelek pirsgirêkên me digot çareser nabin jî dema me nîqaş dikir ji bo çareseriyê dibû alîkar.”
'NAVÊ XWE LI DÎROKÊ NIVÎSAND’
Serokwekîlê Koma MHP’ê Erkan Akça jî got ew gelek xemgînin û wiha domand: “Bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî, aramî û biratiya welat dê her tim di hafizeya me de cih bigire. Weke şexsiyetekê siyaset, çand û hunerê di dîrokê de navê xwe nivîsand. Ewladekî gelek hêja yê welatê me bû ku ji bo yekitî û pevretiyê dixebitî. Sirri Sureyya Onder, xwedî şexsiyet û pozîsyoneke îstîsna bû. Bi dilê xwe dijiya. Li 85 milyon hemwelatiyên me jî bi heman awayî dinihêrt. Kesekî reweşenbîr bû. Bi şexsiyeta xwe ya bi jîrtî û fedakariyê ava kiribû re mirovê hezkirin û zerafetê bû. Hewldan û fedakariya wî ya ji bo bêdengbûna çekan, nîşaneya herî şênber a pêşeroja Tirkiyeyê ya aram û aştiyane ye.”
‘VALAHIYA LI PEY MAYÎ DÊ TIJE NEBE’
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr jî sersaxî xwest û got ku ew gelek xemgîn in. Emîr, got: “Kesayetiya wî ya demokrat li pêş bû. Rêznameya navxweyî bi adilane bicih di anî. Mirovî tu caran guman ji edaleta wî nedibir. Di dema krîz û rageşiyan de heke peywirdar nebûya jî dihat odeyê û rewşa heyî hinek aram dikir. Valahiya wî li pey xwe hiştî dê tije nebe.”
Serokwekîlê Koma AKP’ê Emîn Akbaşoglû jî got: “Bîranîneke mezin, kêliyên gelek xweş di dil û mejiyê me tevan de hişt.”
'EM Ê TIRKIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî got Onder bi milyonan kes aniye cem hev û got: “Dema dijiya ev yek kir. Ji derdê her kesî re xem xwar. Ji gelên vî welatî bawer kir. Ji bo aştiya gelan xebitî. Ewladekî egîd ê Anatoliya û Tirkmenan bû. Dostê Kurdan bû. Ji bo aştiya Kurd û Tirkan, tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî bi şev û roj xebitî. Digot ‘Em ê îcar bi ser kevin.’ Bila soza me ya ji bo wî be ku em ê aştiyê bînin vî welatî û Tirkiyeke demokratîk ava bikin.”
‘DÊ ŞOPÊN WÎ JÊ NEÇIN’
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: “Ji vê Meclisê Sirri Sureyya Onder derbas bû. Ji vî welatî Sirri Sureyya Onder derbas bû. Belê derbas bû û şopên pir kûr li pey xwe hişt. Ew şop jî bi têkoşîna aştiyê ava kir. Em baş dizanin ku ew şop dê tu caran jê neçin. Em dizanin ku ew şop dê rê nîşanî hemû kesên ji bo aştiya vî welatî têdikoşin bidin.”