Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn

img

STENBOL – Damezrînerê DÎSK’ê Kemal Turkler, di salvegera qetilkirina xwe ya 40’emîn de, li ser gora xwe hat bibîranîn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, di bîranên de axivî û got: “Em ê weke dilsozên pîvanên Turkler têkoşîna karkeran mezin bikin.”

 
Damezrînerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û yekemîn Serokê Giştî Kemal Turkler, di salvegera qetilkirna xwe ya 40’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Topkapı hat bibîranîn. Keça Turkler Nîlgun Soydan, Serokê Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû rêvevberên sendîkayên girêdayî konfederasyonê û nûnerên partiyên siyasî tevlî bîranînê bûn. Kesên di ketina gorinstanê de li hev kom bûn, bi awayekê girseyî heya gor aTurkler meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên “Kemal Turkler bêmirine” û “Yekitiya karkeran wê sermayayê têk bibe” hatin berzkirin.
 
‘HEJMARA ME WÊ ZÊDE BIBE’    
 
Girseya ku gehişt ser gora Turkler, deqeyek rêzgirtin girt. Dûre Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê Adnan Serdaroglû, axivî û bal kişand ser gotinên Turkler ên weke “Dema hûn hatin ser gora min, bi rûyên girî neyin, bi agahiyên xweş ên karkeran werin.” Serdaroglû, diyar kir ku ew ne nehatine vê derê şînê bigirin û wiha got: “Ji bo ku em bêjin me qatilên faşîst ên Turkler ji bîr nekiriye em hatin vê derê. Ligel hemû şert û mercê  emê vê hejmara xwe zêdetir bikin û wisan werin bîranînê.”
 
‘EM BER BI DAWIYA PÊVAJOYÊ VE HATIN’
 
Dûre keça Turkler Nîlgun Soydan, di axaftina kir de, spasiyê xwe pêşkêşî beşdarvanên bîranê kir. 
 
ÇERKEZOGLU: PERGALEKE KAPITALÎST A ÊRÎŞKAR TÊ AVAKIRIN   
 
Piştre Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû ÇErkezoglû, axivî û wiha got: “40 salên derbasbûyî ji bo jiyana rêxistinek têkoşar a welatekê pir girîng bûn. Li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê, pergaleke kapitalîst a êrîşkar tê avakirin. Pergala heyî êdî nikare ji bo cîna karkeran, jinan û ciwanan sozê nû bide. Êdî neo-lîberalîzma 40 salî îflas kiriye. Em di hizûra Turkler de carek din soz dikin. Em ê weke dilsozên pîvanên Turkler têkoşîna karkeran mezin bikin.”
 
Piştî axaftinan, kesên beşdarî bîranînê bûn, qerenfîl danîn ser gora Turkler û dûre bîranîn bi dawî bû.