Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
- jin
- 16:10 21
Jinên ku li dijî tundiya dewlet-mêr derketin qadan, gotin: “Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî ve têkoşîna xwe mezin bikin.”
Jinên ku li dijî tundiya dewlet-mêr derketin qadan, gotin: “Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî ve têkoşîna xwe mezin bikin.”
Li Mûşê M.O., yê ku hewl da jina bi navê Yasemîn D.’ê qetil bike, hat girtin.
Tundiya li dijî jinan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe di salên dawî de gihîştiye asta herî krîtîk. Zêdebûna kuştinên jinan û bûyerên veşartî yên taciz û destdirêjiyê polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan radixîne berçavan. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku bêcezatî tundiyê zêdetir dike.
Rêxistinên jinan ên li Mersînê diyar kirin ku pêvajoya aştiyê tenê bi deng û hêza biryardanê ya jinan dikare pêş bikeve û bang li dewletê kirin ku danûstandinên zelal û jidil bike.
Di çalakiyên ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku aştiya civakî û avakirina pêşeroja Sûriyeyê bêyî jinan pêk nayê.
KJK’ê di deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê de anî ziman ku tundiya li dijî jinan bi polîtîkayên dewletê bi awayekî sîstematîk xwe birêxistin dike û got: “Tişta ku dê jinan bide jiyîn, hêza jinan a rêxistinkirî û jiyana komunal e.”
Rêvebira Koma Xebatên Jinan a Zanîngeha Bîlkentê Gamze Saçarê, bertek li dijî cezaya çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê hatibû lidarxistin, nîşan da û diyar kir ku ev yek sîstematîkbûna tundî û cezayê nîşan dide.
Sabahat Tuncelê diyar kir ku tişta Tevgera Jinên Kurd ji yên din cuda dike, îdîaya jiyaneke nû ye ku li ser xeta azadiya jinê pêş dikeve û got: "Li vir hêviya azadiyê û vexwendineke azadiyê ya cuda ji bo jinan heye. Tişta mirov kelecanî dike jî ev e."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê diyar kir ku li dijî hişmendiya netewe dewletê, ew hewl didin ku li rêveberiyên herêmî pergaleke li gorî azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bikin û got: "Temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê û mekanîzmayên temsîla jinê bingeha vê modelê pêk tînin."
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Atayê di vekirina Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan a Delalê û Bazara Kedê Jinê de axivî û got: “Di her qada em bêhnê tê distînin em ê ji bo serkeftina pêvajoyê bixebitin.”
Li Amed, Wan û Antalyayê amadekariyên ji bo 25’ê Mijdarê berdewam kirin.
Şaredariyên DEM Partiyêı di çarçoveya kampanyaya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê tundiyê bi hev re rawestînin” de rapora xebatên jinan aşkera kir.
Jinên li Efxanistanê, bi rêbazên têkoşînê yên ku li dijî rejîma Talîbanê pêş dixin, dev ji berxwedanê bernadin. Pashtana Durranî got: “Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civaka gerdûnî û ne jî aktorên navneteweyî, divê em bibin xilaskarên xwe.”
Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku ATK'ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de encamên DNA'yê salek piştre aşkera kiriye û got: "Vê jî pêvajo dirêj kir. ATK'ê heta niha jî ji bo veşartina îşkenceyê hewl da."
Bêrîvan Kutlu, yek ji kesayetên girîng ên têkoşîna azadiya jinan a Botanê, di tevahiya jiyana xwe de bi berxwedana xwe ya li dijî zilmê dihat nasîn. Tevî grevên birçîbûnê, qeyûman, binçavkirin û girtinan jî, Bêrîvan Kutlu di têkoşînê de israr kir û mîrateyeke berxwedanê hişt.