Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin

img
WAN – Welatiyên ku Cejna Qûrbanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin diyar kirin ku ew hatine asta ku nikarin ji zarokên xwe re cilên cejnê bikirin û esnaf jî nikarin kirêyên xwe bidin. 
 
Li gorî nêrînên aborîzanan her roja ku diçe krîza aborî kûr dibe. Welatî Cejna Qûrbanê wek cejnên salên bihûrî ku di nava rewşa krîza aborî de dihat pîrozkirin pêşwazî dikin. Krîza aborî bandorek mezin li ser danûstandina cejnê dike. Yek ji van bajarên ku herî zêde krîzê bandora xwe lê daye nîşandan Wan e. Welatî diyar dikin ku ji ber rewşa madî nikarin danûstandinê bikin û esnafên bajêr jî dibêjin her çiqas beriya cejnê be jî nikarin danûstandinê bikin. 
 
'EZ NIKARIM LI ZAROKÊN XWE BINÊRIM’ 
 
Seyfî Akbûlak da zanîn ku ew di asta ku nikare cilên cejnê ji zarokên xwe re bikire de ye û got: “Bi salan e ez bêkar im. Êdî ez nikarim li zarokên xwe binêrim. Tu qezenca min nîne. Ez bi vî 300 TL’yê pereyê zarokan derketim danûstandinê. Ez ê bi vî pereyi çi bikirim ez jî nizanim? Ez nizanim ez ê çawa debara xwe bikim. Min bi vî pereyi tenê pêlav ji zarokan re sitend. Ez berê li şaredariyê dixebitîm lê min ji kar derxistin. Ez nexwedî tu pîşeyê me. 4 sal in bêkar im û li ser vê yekê jî mala min jî kiriyê ye. Di vê heyamê de jiyankirin gelek zehmet e. Li aiyekî şewb heye û li aliyekî jî em di nava bêkariyê de difetisin.” 
 
ROJÊ DEBARA XWE BI 30 TL’YÎ DIKE 
 
Hakan Karakaş diyar kir ku bi salan e ew hemaliyê dike û li zarokên xwe dinere û got: “13 sal in zewicîme û di kirê de rûdinêm. Rojê herî zêde 30 lîre qezenc dikim û debara malbata xwe bi vî pereyi dikim. Kar tune û însan di nava zehmetiyên debarê de ne. Kes alîkariya feqîran nake. Ez bi vî pereyê hemaliyê li zarokên xwe binêrim gelo an jî kirêya malê bidim. Ez jî nizanim çi bikim. Dema kar tune be pere jî nîne. Bi pereyê hemaliyê rojê tenê çend kîlo fêkî û sebze dikirim. Berê min şivaniyê dikir û karê min baş bû lê şivaniyê jî qedandin. Êdî em nikarin bibin şivan jî.” 
 
'ÎNSAN NIKARIN ŞEKIR BIKIRIN’
 
Hasan Dogan ê bi salan e esnafiyê dike jî salên berê û van rojan danî ber hev û got: “Bi qasî çiYıllardır esnaflık yapan Hasan Doğan da, geçmiş yıllar ile bugünü karşılaştırarak, "Ew sal li ku û îsal li ku ye. Bi qandî çiyayan ferq di navberê de heye.” Dogan anî ziman ku di nava salekê de ji sedî 50 û 60 pile karê wan kêm bûye û ew hatine wê astê ku êdî nikarin heqê kirêya xwe bidin. Dogan da zanîn ku berê hêj heftiyek ji cejnê re dima ew bênavber dixebitîn û got: “Lê niha du roj ji cejnê re maye muşterî tune ne. Esnafên Wanê di rewşek perîşan de ye. Em dixwazin rayedar ji bo esnafan bibin alîar. Heke ev rewş dewam bike wê gelek esnaf derabeyên xwe bigirin. Berê însan dixebitîn û hindik be jî pere di berîkên wan de hebûn. Ji ber ku xelk bê pere ye nedikarin şekir bistînin û nedikarin cilan ji zarokên xwe re bistînin.”