Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin

img

ENQERE - TOBB'ê rapora rewşa şîrketan aşkere kir û diyar kir ku di Tîrmehê de li gori meha berê  ji sedî 35,34 kêm bûne û di Tîrmehê de Hezar û 505 şîrket hatine girtin. 

 
Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) rewşa şîrketan a meha Tîrmehê aşkere kir. TOBB'ê diyar kir ku di Tîrmehê de li gorî mehek berê hêjmarên şîrketên hatine avakirin ji sedî 6,32 ye û 10 hezar û 202 şîrket hatine avakirin. TOBB'ê da zanîn ku di heman mehê de şîrketên hatine girtin, ji sedî 35,34 e û hêjmara şîrketên hatine girtin Hezar û 505 e. Di meha Pûşmerê de jî Hezar û 112 şîrket hatibûn girtin. 
 
Li gorî daneyên TOBB'ê di Tîrmehê de bi giştî 10 hezar û 394 şîrket hatin avakirin, lê li aliyê din Hezar û 505 şîrket jî hatine girtin.