Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye

img
ENQERE - Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Feray Aytekîn, derbarê girtina sekreterya xwe ya jinan Derya Yûlcû û endamê xwe Saîm Atilgan de daxuyanî da û got: “Ji têkoşîna me acizin. Ji ber vê hevalên me digirin.”
 
Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistê (Egîtîm-Sen) Feray Aytekîn, derbarê girtina  Sekretera xwe ya Jinan Derya Yûlcû û endamê xwe Saîm Atilgan de, li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Aytekîn, diyar kir ku girtina hevalên wan ne hiqûqiye û xwest hevalên wan Atilgan û Yûlcû tavilê bên berdan. 
 
Aytekîn, da zanîn ku desthilatdarî ji têkoşîna wan acize û wiha got: “Dixwazin bi girtinan, me ji têkoşîna me dûr bixin. Lê em ê teslîm nebin. Em ê têkoşîna xwe ya wekheviyê, azadî û demokrasiyê bi bîr û baweriyek mezin dewam bikin. Girtina hevalên me ne hiqûqiye û divê tavilê bên berdan.”