Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin

img
MÊRDÎN - Rêxistinên HDP, DBP, TJA û MEBYA-DER'ê daxuyanî dan û bernameya 1'ê Îlonê aşkere kirin. 
 
Rêxistinên HDP, DBP, TJA û MEBYA-DER'ê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya cîhanê daxuyaniya hevpar dan û bernameya 1'ê Îlonê aşkere kirin. Nûnerên partî û rêxistinan li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku wan bername li gorî rewşa pandemî û vîrûsê amade kirine. Kuday, anî ziman ku dê li her navçeyê bernameya 1'ê Îlonê li dar bixin û çalakiyên 1'ê Îlonê dê hefteyekê berdewam bikin.