Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da

img
BÛRSA – Li navçeya Înegolê ya Bûrsayê karkerek ji Sûriyê Ahmad Alnaem ê 22 salî ku navbera asansora bar û dîwar de asê ma, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Înegolê ya Bûrsayê karkerê ji Sûriyê Ahmad Alnaem ê 22 salî ku li fabrîkayek mobîlyayê dixebitî di navbera asansora bar û dîwar de asê ma û jiyana xwe ji dest da. Karkeran agahî da tîmên rizgarkirinê. Tîmên agirkujiyê Alnaem derxistin û diyar kirin ku jiyana xwe ji dest daye. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Bûrsayê. Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.