‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’

img
ENQERE – Cemal Yildirim ê bi KHK’ê hat îxrackirin li ber Komîsyona Lêkolîna Karên OHAL’ê çalakiya rûniştinê li dar xist û got: “Bila her kes viya baş dizanibe, em ê radestî sepanên faşîzan ên AKP’ê nebin.” 
 
Cemal Yildirim ê di mijdara 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat ji wezîfeya xwe ya li Defderdariya Wezareta Darayî hat îxrackirin, li ber Komîsyona Lêpirsîna Karên OHAL’ê ya li Enqereyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Yildirim nêzî saetekê rûnişt û wiha got: “Komîsyona OHAL’ê di 3 salan de 2 hezar dosye lêkolîn kir. Çar sal derbas bûn jî em nizanin çima em ji kar hatine derxistin. Qirkirinek diqewime. Divê her kes di ferqa vê yekê de be. 4 sal in ji kar hatime avêtin lê mafê min ê doz vekirinê jî nîne. Bila her kes viya baş dizanibe, em ê radestî sepanên faşîzan ên AKP’ê nebin. Komîsyona OHAL di hukmê tunebûnê de ye. Em ê bi ser bikevin.”