Berber: 25 salên pêşeroja me ji destê me girtin

img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB'ê Sezai Berber, diyar kir ku di navbera salên 90- 2000'an de prîm ji bêriya gel birîn u dewletê desteser kir û wiha got: "Lê niha bi rêya Nexweşxaneyên Bajar, 25 salên pêşeroja me ji me digirin û dixin bin destê xwe." 
 
Sendîkayên KESK, DÎSK, TTB, Çiftçi-Sen, Weşanên Eposê duh sempozyuma bi navê  “Li Tirkiyeyê sendîkavanî, duh, îro û sibê" pêk anî. Sempozyumê îro jî bi panelan berdewam kir. Sempozyuma ku li Navenda Hunerê ya Çagdaş  a Çankaya pêk hat mijara "Sendika û pêşeroj" hat niqaşkirin. Hevseroke Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Sekreterê Giştî yê TTB'ê Sezai Berber axaftin kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyik, bal kişand ser dîroka KESK'ê û wiha got: "KESK'ê di dîrokê de tu carî li dijî zextên siyasetê serî netewand. Ji ber vê yekê her dem îktîdarê êrîş kir. Em konfederasyona ku mafê wekheviyê, perwerdehiya zanist û bê perwerde dixwazin in. Bi feraseta ku ked nirxê heri pîroz e tev digerin. KESK di salên 90'an de rasti pêkaninên OHAL'ê hat. Endamên me rastî binçavkirin, girtin û înfazan hatin. Dîrka KESK'ê dîroka rûmetê ye. Niha îktîdar dîsa me dike hedef û li gorî xwe li ser me zagonan amade dike. Dixwaze bi zagonan mudaxaleyî me bikin." 
 
'JIN DI ASTA WEKHEV DE DI RÊVEBERIYÊ DE CIH DIGIRIN
 
Bozgeyik, anî ziman ku jin di nava KESK'ê de di asta rêveberiyê de cihê xwe digire û têkoşîna maf û zayendiya civakî de rolek mezin dilîze. Bozgeyik, anî ziman ku ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî têkoşînê peş bixin û wiha got: "KESK sendîkaya vasat red dike. Pir nasnameyî û pir neteweyî esas digire. Her dem li dijî şer heviya aştiyê pêş xistiye. Ji niha û şûnde jî dê her dem hêviyên aştiyê mezin bike. Dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk têbikoşe."  
 
'TTB PIŞTÎ 1970'AN HELWESTA SİYASÎ DANÎ'
 
Sekreterê Giştî yê TTB'ê 
 
Sekreterê Giştî yê TTB'ê Sezai Berber jî anî ziman ku piştî 1970'an TTB'ê raste rast helwesta siyasi danî û wiha got: "TTB'ê li aliyê pêşketin, demokrasî û aştiyê helwesta xwe aşkere kir. Ji ber ku vê demê hin hempişeyên me hatin kuştin. Ji kar hatin avêtin. Em di vê serdemê re rastî gelek êrîş û mudaxeyan hatin. TTB'ê di avakirina ÎHD û TİHV'ê re rolek mezin lîst. Gelek kesên ku di nava TTB'ê de kedek mezin dan em bi hev girêdan. Dewletê, prîmên di salên 90- 2000'an de ji bêrîka gel hatin komkirin desteser kirin. Piştî dewletê ev prîm desteser kir û xelas kir, niha bi navê Nexweşxaneyên Bajar dîsa dest datîne ser pêşeroja me. Ji bo 60 salên li pêş me pere kom dikin û datînin cihekî. Di nava 10 salan de van pereyan devî dixwin. Di bin navê Nexweşxaneyên Bajar de pereyan ji bêrîka gel derdixin. Nexweşxaneyên ku di nava 3 salan de bi destê dewletê bên avakirin, 25 salan personelan dixin bin deynan. 25 salên me dixin bin destê xwe."  
 
Berber, bal kişand jina ducanî ya li Cizîrê ji ber tunebûna bijîşk jiyana xwe ji dest da û helwesta wezaretê û sersariya wezaretê rexne kir.