Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin

img
ENQERE - Meaşê karkerên madenê yên emekdar ên ku ji bo meaş û tazminata qidemiyê ya wan nehatibû dayîn, ber bi Enqerê ve meşiyan û hatibûn astengkirin, hat dayîn. Serokê Sendîkaya Karê Madenê ya Serbixwe Tahir Çetîn, diyar kir ku têkoşîna wan wê dewam bike.
 
Karkerên madenê yên li navçeyên Ermenek a Karamanê û Soma ya Manîsanê, ji ber ku meaş û tazminata qidemiyê ya wan nehat dayîn, di 12’ê Cotmehê de, ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin. Karkerên xwestin bimeşin Enqerê û hatin astengkirin yekemîn qezenca xwe bi dest xistin. Meaşê 8 û 13 meh karkerên di Kana Madena Cenne ya Ermenekê de dixebitin û heya niha ji bo wan nehatibû dayîn, şevê din li hesabên wan hat barkirin.   
 
Karkerên madenê yên ku berxwedana wan li ber kana madenê dewam dike, li ser dayîna meaşên xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Sendîkaya Karê Madenê ya Serbixwe Tahîr Çetîn, diyar kir ku ji bo ku karkerên meaşê wan hatin dayîn, tazmînat û jêbirînên wan jî bên dayî ewê têkoşîna xwe dewam bikin.