5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin

img
ÎZMÎR – Li navçeya Torbaliyê 5 karkerên ku li Kargeha Etîket, Çapkirin û Ambelajê ya Oralê dixebitin, bi hinceta emdatiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin.
 
Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê 5 karkerên ku li Kargeha Etîket, Çapkirin û Ambelajê ya Oralê dixebitin, bi hinceta emdatiya xwe ya Sendîkaya Seluloz Îş’ê ji kar hatin derxistin. Sendîkaya Seluloz Îş’ê, bertek nîşanî derxistina ji kar a endamên xwe da û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya ji bo rêxistinbûna karkeran bidomîne.