Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin

img

STENBOL – Konferasyonên karkeran TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û DÎSK, derbarê qanûna torbe de ku dê bê rojeva meclisê daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaz kirin ku pêşniyarqanûna ku dê mafên tezmînat û kidemê ji holê rake paşde bê vekişandin. 

 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TUK-ÎŞ), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Maf (HAK-ÎŞ) ku bi nêzbûna xwe ya hikûmetê tê nasîn, derbarê pêşniyarqanûna torbe de ku ji Komîsyona Plan û Budçeyê derbas bû û dê bê rojeva Meclisê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya ku binivîska hat dayîn de konfederasyonan destnîşan kir ku ji sererastkirinên derbarê jiyana xebatê de bi guman in. Konfederasyonan, daxwaz kir ku pêşniyarqanûn ji meclisê bê vekişandin.