Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan

img
STENBOL - Karkerên înşaetê yên taşeron ên di şantiya Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Goztepe dixebitin û ev 2 mehin meaşê wan nayê dayîn, dest ji kar berdan. 
 
Karkerên înşaetê yên taşeron ên di şantiya Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Goztepe ya dibin rêveberiya Yekîneya Koodînasyona Projeya Stenbolê ya dibin binesaziya Walîtiya Stenbolê dixebitin, dest ji kar berdan.  
 
Derhet holê ku ev 2 mehin meaşetê karkeran nayê dayîn. Karkerên endamên Dev Yapi-Îşê, ji ber ku meaşê wan nayê dayîn, serê sibê dest ji kar berdan û li ber şantiye dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Karkeran, dan zanîn ku heya meaşê wan bê dayîn, ewê çalakiya xwe dewam bikin.