Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin

img
STENBOL - Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, ji bo peymana Tirkiyeyê ya bi Qetarê re diyar kir ku peyman bi feraseta "milk ê padîşah e" hatiye kirin û got: "Niha bedêla balafira bi 500 milyon dolarî tê dayîn ku du sal berê diyarî Erdogan hatibû kirin." 
 
Di 26'ê Mijdarê de di navbera Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Emîrê Qetarê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî de peymaneke 10 xalî hat çêkirin. Li gor vê peymanê ji sedî 10'ê Borseya Stenbolê dewrî Qetarê hat kirin. Her wiha li gor peymanê dê ji sedî 42'yê Park Îstînyeyê ku aydê Koma Dogûşê ye jî dewrî Holdînga LLC'yê ya Qetarê bê kirin. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan peymana navbirî nirxand. 
 
Paylan, destnîşan kir ku rejîma yekzilamî bi feraseta "milk ê padîşah e, ez bixwazim bifiroşim kê, ez ê bifiroşim" fonên heyînî difiroşe. Paylan destnîşan kir ku peymana hatiye kirin ne peymaneke zelal e û got: "Gelo nelirêtî heye yan na, em nizanin. Rejîma yekzilamî çawa ku derbarê budçeyê de hesab nade civakê, di firotina fonên heyînî de jî davêje ber mezatê." 
 
DEST BI EMLAQFIRŞIYÊ KIR
 
Paylan firotina hin hîseyên Park Îstînyeyê jî wekî skandalê nirxand û got: "Ji lewra Park Îstînye milkeke şexsî ye. Serokomarê welatekî di firotina vê yekê de navbeynkarî kiriye. Ev skandaleke mezin e. Erdogan êdî dest bi emlaqfiroşiyê jî kiriye. Ev skandala mezin nayê qebûlkirin." 
 
GELO BEDÊLA BALAFIRÊ YE? 
 
Paylan ji bo firotina ji sedî 10'ê Borseya Stenbolê jî got: "Ez wisa difikirim jî bedêla diyariya 500 milyon dolarî, mal û milkên cemaweriyê pêşkeşî Qetarê dikin. Di vî warî de mafê me yê ku em spekulasyonê bikin heye. Ji lewra tu kes bi xêra dê û bavê xwe ranabe balafireke 500 milyon dolarî diyarî kesî nake. Wisa xuyaye bedêla balafirê hatiye dayîn." 
 
Paylan, diyar kir ku dibe ku di vê peymana bixumam de gendelîtî hebe û got: "Ev peyman dê pêşî li ber xwînîbûna krîza aborî negire." Paylan, bilêv kir ku dibe ku bi vê peymanê çend milyar dolar bê Tirkiyeyê, lê belê dê ev pere nikaribe pêşî li ber rewşa aborî bigire. 
 
 
MA / Nacî Kaya