Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû

img

RIHA – Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê Abdullah Melîk, diyar kir ku di 25 salan de GAP’ê bi qezenca 40 milyar û nîv dolaran xwe amortî kiriye û ev tişt got: “Bi projeya GAP’ê re mirovên xîzan bêtir xîzan bûn û mirovên dewlemend jî bêtir dewlemend bûn.” 

Riha di hilberandina berhemên çandiniyê yên mîna pembû, fistiqa dîlokê, nîsk û nokan de di rêza yekemîn de ye û piraniya pêwistiya pembû ya Tirkiyeyê dibersivîne. Lê ji ber zêdebûna sermiyanê hilberandinê êdî cotkar hilberandinê pembû zêde nakin. Li gorî sala para hilberandina pembû îsal ji sedî 60 kêm bûye. Bihabûna ceyran, mazot, gubre û dermanan dibe sedema têkçûna baweriya cotkar a ji cotkariyê û valabûna bi hezaran donim erdên çandiniyê. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê Abdullah Melîk, derbarê rewşa çandiniyê ya li bajar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. 
 
KARGEHÊN BERHEMAN ÇANDINIYÊ LI RIHAYÊ TUNENE
 
Serok Abdullah Melîk, diyar kir ku di 25 salan de bi projeya GAP’ê re mirovên xîzan bêtir xîzan bûne û mirovên dewlemend jî bêtir dewlemend bûne û wiha got: “GAP’ê bi xwe re makînebûnê anî, makînebûn jî bû sedema karkeriya demsalî ya çandiniyê. Berhemên çandiniyê yên mîna pembû, fistiqa dîlokê, nîsk û nok li bajar tên hilberandin lê ji ber ku li bajar qada pîşesaziya van berheman tuneye, feydeke wan a micid tuneye. Bifikirin hûn genimê herî bal ên miqarneyê hildiberînin li bajar kargeha miqarneyê tuneye. Heke berhem li cihê ku tê hilberandin nekeve kargehan zêde qîmeta wî tuneye. Ev jî dibe sedem ku mirov koçî bajarên din bibin.”
 
GAP XWE AMORTÎ DIKE
 
Melîk, bi bîr xist ku di sala 1995’an de bi gihandina ava Bendava Ataturkê ya Heranê re beşeke GAP’ê hatiye çêkirin û ev tişt got: “Herêmek beriya ku ji avê re bê vekirin divê xizmetên nav erd li serê bên kirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê her tişt berovajî diçe, beyî ku ev bên kirin erd ji avê re hat vekirin. Piştî 5 salan ev jî bû sedem ku ava binî erdê li Deşta Heranê bilind bibe. Nêzî hezar qad ji ber vê bi şoraxbûnê re rû bi rû man. Ji bo enerjiyê ji sedî 74, ji bo avdaniyê jî ji sedî 54’ê GAP’ê temam bûye. Lê hê jî GAP bi temamî neqediyaye. Di 25 salan de ji enerjiyê 28 milyar dolar, ji avdaniyê jî 12 milyar dolar ji GAP’ê hatiye qezenckirin, Yekûna vê dike 40 milyar û nîv dolar. Heta niha GAP’ê xwe amortî kiriye. Ji vir beriya 12 salan serokwezîrê demê digot ez ê GAP’ê di 5 salan de biqedînim. 12 sal derbas bûn lê hê jî GAP neqediyaye.”
 
DEDAŞA ‘XWÎN MIJ’
 
Derbarê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de jî Melîk, da zanîn ku DEDAŞ li Rihayê bûye pirsgirêk û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Fatoreyên ceyranê li Riha û Mêrdînê gelek zêde ne. Bifikirin DEDAŞ ji bo donimek pembû 725 lîra pere digire. Îsal li gelek cihan DEDAŞ’ê ceyranê neda cotkaran. Ji bo DEDAŞ’ê Lîjneya Wezîran biryareke taybet derxist û pereye piştgiriya cotkaran rast e rast derbasî DEDAŞ’ê bû. Ji ber ku kesî ji vê rewşê re çareserî nedît cotkar neçar man ku serî ji DEDAŞ’a xwîn mij re deynin. Ji ber vê sermiyanê hilberandina pembû zêde bûye û ji sedî 60 hilberandina wî jî kêm bûye. Rexmî vê jî piştgiriya dewletê ya ji bo cotkarên pembû 3 sal e heman e û zêde nabe.”
 
MA / Bariş Polat