Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye

img

STENBOL - Krîza aborî bandoreke nebaş li şert û mercên jiyana stenboliyan dike. Welatiyê bi navê Yakûp ku paqijiya apardûmanekê dike, piştî karê wî yê li vê derê diqede dest bi boyaxa pêlavan dike. Yakûp got: "Were li sarinca min mêze bike. Vikîvala ye. Her roj kartolan dixwim. Her derê min bûye kartol. Nikarim ji bin barê mesrefê xwarin û vexwarinê rabim." 

Ji ber krîza aborî êdî şert û mercên jiyanê pir xirab û dijwar bûne. Welatiyên ku bi meaşê xwe bi zorê heqê kirê, fatûreyên av, ceryan û gazê didin, êdî nikarin nan bibim malên xwe. Yek ji van bajarên ku herî zêde nesîb ji krîza aborî stendiye jî Stenbol e. 
 
REWŞA ESNAFAN
 
Ozgur Ertukr (32) anî ziman ku rewşa esnafan ne tu rewş e û piştî şewba Covîd-19'ê rewş xirabtir bûye. Erturk, bilêv kir ku êdî nikarin heqê kirêyên xwe û deynên xwe bidin û got: "Niha her kes bi krediyê û deynan çerxa xwe digerîne. An ji xizmên xwe an ji dostên xwe deyn dike û yan jî krediyê dikişîne. Lê belê salek şûnde dê bipeqe. Dê aborî serobino bibe. Niha em dibêjin hema zikê me têr bibe temam e. Yanî kes nikare tiştekî bide ser hev. Rewşa esnafên li vê derê hemûyan heman rewş e." 
 
EZ AKP'Î ME LÊ...
 
Erturk, diyar kir ku AKP'î ye lê belê nerazîbûna xwe ya ji bo AKP'ê ya di dema şewbê de jî bilêv kir û got: "Ji roja şewb dest pê kiriye heya niha tevdîrên eletewş digirin. Birayê min dakevin kuçeyê li halê mirovan bipirsin. Dibêjin dernekvin, ji bo mesafeyê baldar bin, maskeyan bi kar bînin. Baş e, dê ev mirov çawa ji mal dernekevin. Ez mecbûr im biçim kar. Ez mecbûr im bixebitim. Li ser hev du 14 rojan tevdîreke baş bigirin bila biqede. Ji serê adarê ve dibêjin me aşî dîtiye, em bê bibînin. Lê tiştên eletewşo dikin. Axirê fatûreya wê giran bû. Tişta bû jî bi gel bû. Lê binêrin li kuçeyê mirov tune ne." 
 
PERÎŞAN BÛNE 
 
Rahîm Çoban ê 53 salî anî ziman ku meaşê wî yê teqawidbûyînê hezar û 500 TL ye, lê belê nikare debara xwe bike. Çoban, diyar kir ku nîviyê civakê di şert û mercên zehmet de ye û got: "Min bi krediyê xênî kirî. Ez her meh krediyê didim. Mesrefê me y mehekê 10 hezar TL ye. Ez nikarim debara xwe bikim. Rewşa aboriyê xirab bûye. Mirov êdî bê pere diçin akr û tên. Şewbê rewş xirabtir kir. Bawer bikin em perîşan bûne. Fatûre li ser hev du tên, de were û bide." 
 
HINGÎ KARTOLAN DIXWIM...
 
Welatiyê bi navê Yakûp jî ku nexwest paşnavê xwe bibêje paqijiya sîteyekê dike. Yakûp got: "Aha heyat ev e. Ez bi meaşê kêm dixebitim. Va hûn halê me dibînin. Ez mirovekî qerase wekî çiyayekî me. Pereyê bi dest min dikeve dibe ziqum. Aha. Were li sarinca min binere, vikîvala ye. Her roj kartolan dixwim. Her derê min bûye kartol. Nikarim ji bin barê mesrefê xwarin û vexwarinê rabim. Meaşê min 2 hezar û 400 lîre ye. Tu heqê ceryanê, av û kirê jê derxî tiştek namîne. Gava karê li vê derê diqede diçim meydanê, pêlavan boyax dikim. Yan na ez ê nikaribim debara xwe bikim." 
 
‘BÊAR BÛM' 
 
Yakûp, bilêv kir ku 3 zarokên wî hene û got: "Ez ji te deyn dikim didim ê din. Ez wî deyn didim didim te. Aha bi vî awayî debara xwe dikim. Ez bêzar bûme. Tayyip efendî hungivê xwe dixwe, rîçala xwe dixwe, em jî li vê derê çema stuyê xwe dixwirînin. Ma ev heyat e. Ez vê yekê qebûl nakim. Ez heqê xwe lê helal nakim. Lê bibe jehr. Meaşê kêm zêde jî nake. Ez 54 salî me. Bila mirovan zû teqawid bikin, bila milet biçe mala xwe." 
 
‘ERDOGAN TU TIŞT NEHIŞT' 
 
Yakûp, destnîşan kir ku Erdogan Stenbolê mahf kiriye û got: "Hutil mutil dibêje Qenal Stenbol. Hela tu li halê feqîran bifikir, tu yê çi bikî ji Qenal Stenbolê. Bi çêkirina du rêyan pereyê Tirkiyeyê dixwe. Tu yê rê jî çêbikî. Tu mecbûr î. Sedema krîz ji Tayyîp bipirsin. Ew çêtir pê dizane. Hemû pere ji xwe re birin. Li mirovan feqîr belav bike. Çandinî û sewlavnaî nehişt. Radibe diçe firingiyan îthal dike. Diçe kayê îthal dike. Tu tişt nehişt." 
 
Fêkîfiroş Mehmet Salih Dogan ê 52 salî jî anî ziman ku 5 sal berê ji Agiriyê hatiye û got: "Berê me baş qezenc dikir. Lê niha na. Bazirganî nehiştine. Pirsgirêk kûr bûne. Ne wekî berê ye. Her kes dizane. Em hatin Stenbolê, me got belkî em ji xwe re karekî bikin, lê em mahf bûn. Kurekî min bidergistî ye, lê ji ber rewşa aborî niakrim daweta wî bikim. Rewş qet nebaş e." 
 
'HALÊ ME NE TU HAL E' 
 
Selma Kiliç jî diyar kir ku du zarokên wê hene û hevjînê wê karê tapoyan dike û mehê nêzî 3 hezar pere bi dest wan dikeve û got: "Hûn bi halê Tirkiyeyê dizanin. Krîz e, qorona ye, yanî serdemeke pir dijwar e. Heqê kirê hezar û 500 TL ye. Mesrefê zarokan, mesrefên metbaxê, heqê av, ceryan û gazê em bi zorê debara xwe dikin. Heger tevdîr neyên girtin dê halê me ne tu hal be. Bila dengê me bibihîsin. Tu hêviya min ji pêşerojê tune ye." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan