Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e

img

STENBOL - Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku par di karê înşeatan de 355 karker jiyana xwe ji dest dane. Karabûlût, destnîşan kir ku bi tevdîrine biçûk dê pêşî li ber van cinayetan bê girtin û got: "Ji bo em nemirin, ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareyeke me tune ye."

Yek ji sektorên ku herî zêde cinayetên karî lê çêdibin, sektora înşeatê ye. Par herî kêm 355 karkerên înşeatê di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran 156 jê ji înşeatan ketine û 66 jê jî înşeat bi ser wan ketine. Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, cinayetên karî yên li înşeatan diqewimin nirxandin. 
 
MAFÊ JIYANÊ TÊ XESPKIRIN 
 
Karabûlût, bilêv kir ku piştî karkerên çandiniyê yên demsalî herî zêde karkerên înşeatê jiyana xwe ji dest didin. Karabûlût, diyar kir ku kesên di van her du sektoran de jiyana xwe ji dest didin hemû jî kesên xizan in. Karabûlût, destnîşan kir ku di vê sektorê de qanûnan nayê şixulandin, tenê li ser kaxezan hene û got: "Ligel mafên sereke yên karkeran, mafê wan ê jiyanê jî tê xespkirin." 
 
‘SEDEM, QEZENCA ZÊDE' 
 
Karabûlût got: "Par herî kêm 355 karkerên înşeatê jiyana xwe ji dest dan. Bi tevdîrine biçûk, pêşî li ber van mirina dihat girtin. Car heye ji ber nebûna zincîreke 2 metreyî û car heye jî ji ber xwarineke erzan karker jiyana xwe ji dest dide. Heger tevdîr bihatana girtin ê nemirana. Sedema negirtina tevdîran jî, qezenca zêde ya patrona ye. Ev pergal, pergaleke derî mirovahiyê ye. A ku pêşî li ber vê bigre, rêxistinbûyîn e. Em jî ji bo vê tevdigerin." 
 
DEWLET KONTROL NAKE
 
Karabûlût, diyar kir di vî warî de hin tevdîr hene divê dewlet bi xwe wan bigire û got: "Yek jê kontrolkirin e. Bike jî, ceza nabire. Hema bibêje hemû qanûnên xwe binpê kirine, tenê li ser kaxezê hiştine. Her ku em têdikoşin, ew jî wekî ku tiştekî dikin tevdigerin. Em gilî dikin, lê dibêjin 'em kontrol dikin.' Ji bo karker xwe birêxistin nekin her tiştî dikin, lê li hemberî kardêran tu astengî tune ne." 
 
'TENDURISTIYA ME NE XEMA WAN E' 
 
Karabûlût, destnîşan kir ku ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha tevî rêxistinên kedê dibêjin, 'bila karên pir ne mecbûrî bên sekinandin, bila derxistina ji kar bê qedxekirin, bila destûra biheq hebe' û got: "Lê guh li van daxwazên me nekirin. Di vê pêvajoyê de înşeatek jî nehat sekinandin. Bi awayekî bêperwa dewam kir. Karker di navbera dubendiya 'betaliya nexweş' de hatin hiştin. Di dema şewbê de tu wateyeke xebateke înşeatê tune ye. Lê belê guh li tenduristiya me nakin. Hebe tunebe, kar û qezenca wan e." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Karabûlût di dawiya axaftina xwe de got: "Di dema xebatê de ji bo em nemirin, ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareya me tune ye. Em bi dirûşmeya 'Jiyan û jiyîn' karê xwe yê rêxistinbûyînê didomînin." 
 
MA / Kadîr Guney