Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir

img
STENBOL - Hakan Atîlla yê piştî ji “Doza Halkbankê” 28 meha li Amerîkayê di girtîgehê de ma û vegerî Tirkiyeyê, kiribûn Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê îstîfa kir. 
 
Midurê Giştî yê Borsayê yê Stenbolê Mehmet Hakan Atîlla yê di rojên dawî de digotin dê dest ji peywîra xwe berde îstîfa kir. Borsa Stenbolê îstîfakirina Atîlla bi daxuyaniyekê ragihand. Dema Atîla li Halkbankê dixebitî ji ber alîkariya Îranê ku ji danekirinê bireve kiribû sûcdar hatibû dîtin. Daraza Amerîka 32 meh cezayê girtîgehê dabû Atîlla, piştî ku Atîlla 28 mehan di girtîgehê de ma vegeriyabû Tirkiyeyê.