KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe

img
STENBOL - Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê xwest ku Komîsyona OHAL’ê bê betalkirin û diyar kir ku heta ku kedkarên cemaweriyê yên bê hiqûqî hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe wê têbikoşin.
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran ên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê, bi daxwaza kedkarên cemawerî yên bi Biryarnameya di Hiqmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin, paş vegerin ser karê xwe, li Qada Îskeleyê ya navçeya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. KESK’iyan pankarta “KHK dê biçe em ê bimînin” vekirin û dirûşmeya “Em ê karê xwe paşve bigirin” berz kirin.
 
Serokê Şaxa Hejmara 9’emîn a Egîtîm-Sen’a Stenbolê Huseyîn Ozev, diyar kir ku mafên wan ên bi dest xistî bi awayekî bêhiqûqî ji destê wan hatiye wergirtin û wiha axivî: “Li dijî biryarên îxracê bi hejmara 685’an a KHK’ê Komîsyona Lêkolînê ya Kirariyên Rewşa Awarte (OHAL) hat avakirin. Ji organa îdarî re rayeya darazê hatiye dayîn, parastin ji kesan jî nehatine girtin. Bi vî şiklî komîsyon derxistine ser darazê. Komîsyona OHAL’ê hatiye asteke ku ji qanûnan û makêqanûnê bilindtir bûyînê.”
 
EM DEST JÊ BERNADIN
 
Ozev, xwest ku Komîsyona OHAL’ê ya ku weke organa hikumetê dixebite bê betalkirin û wiha got: “Hemû kedkarên cemaweriyê yên derbarê wan de bi awayê hiqûqî tu sûc neyî û Hîndekarên Aştiyê yên Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê wan de binpêkirina maf dayî divê bi hemû mafên xwe ve demildest vegerin ser karê xwe. Divê pêvajoya ji pêywîrê dûrxistinê ji aliyê organên darazê yên serbixwe ve bê kirin.” Ozev, destnîşan kir ku heta kedkarên cemawerî yên bêhiqûqî hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe wê têbikoşin.
 
Daxuyanî bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.