Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da

img
STENBOL – Li gorî rapora ku ji aliyê Meclisa ÎSÎG’ê ve hatiye amadekirin, di sala destpêkê ya pandemiyê de herî kêm 816 karkeran ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayetên kar a di navbera 11’ê adara 2020 û 11’ê adara 2021’an de aşkera kir. Li gorî vê raporê di nav salekê de 816 karkeran ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê herî zêde karkeran tenduristiyê û  xizmetên civakî jiyana xwe ji dest dane. Ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 71 kes ji wan jin in û 790 kes jî zilam in. Di raporê de tê destnîşankirin ku mirina karkerên penaber û cotkaran di raporê de cih nagirin.