Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin

img
ŞIRNEX- Karkerê 22 salî Ercan Şeker ê ku duh ji înşeatê ket û jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin.
 
Li bajarê Dîlokê, karkerê 22 salî Ercan Şeker ê ku karê înşeatê dikir, duh di dema dixebitî de ji înşeatê ket û jiyana xwe ji dest da. Şeker, ê ji înşeatê ket xwarê bi giranî birîndar bû. Şekerê bi giranî birîndar bibû tevî hemû mudexeleyan jî nehat rizgarkirin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Şeker ê ku ji navçeya Elkê ya Şirnexê bû, îro ji aliyê malbata ve hat girtin û li gundê Melêsê yê girêdayî navçeya Elkê hat definkirin.