Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?

img
MELETÎ – Cotkar Kemal Gedîk ku li Meletiyê hilberîneriya mişmişan dike, diyar kir rexmî ku sermiyanê hilnerandina mişmişan giran bûye jî piştgiriyê nagirin û ev pirs kir: “Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?”
 
Li Meletiyê, ji ber hewaya germ a demsalê, îsal darên mişmişan zû kulîlk vekirin. Lê hilberînerên mişmişan, ji ber zemên ku hatine ser derman, gubre û mazotê di hilberandinê de zehmetî dikişinin. Torbê gubreyê ku sala borî 70 TL bû îsal bûye 170 TL. Dermanê ku sala borî 100 TL bû derketiye 300 TL. Salên borî rekolteya mişmişên Meletiyê 250 ton bû, lê sala borî gelek daket tenê 80 ton mişmiş hatin hilberandin.  Kîloya mişmişê sala borî bi 20 TL’yî hat firotin. Lê salên borî 8 TL bû. 
 
GUND KIRIN BIN DEYN
 
Li gel bihabûna derman, gubre û mazotê av jî hilberînerên mişmişan dike zorê. Yekîneyên Avdaniyê ku di sala 2018’an de radestî Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) hatin kirin, ji bo birîn ku hilberîner di nav baxçeyên xwe de bi 40-50 hezarî vedidin pere dixwaze. Li gundê Mahmûtlû yê navçeya Çermiktiyê ku heta sala 2028’an deynê kesî ji Yekîneya Avdaniyê re tunebû niha li taxê ji 200 malan deynê 150 malî deyndar in.  
 
BAZIRGAN BIRYARA QEZENCÊ DIDIN
 
Cotkar Kemal Gedîk ku 40 sal in li herêmê cotkariyê dike, bi qasî 30 hezar TL deynê wî ji Yekîneya Avdaniyê re heye. Gedîk, zêdebûna sermiyanê hilberîneriyê û pirsgirêkên ku hilberîner dijîn vegot. Gedîk, diyar kir rexmî ku darên mişmişan kulîlk vekirine jî ji ber ku nizanên wê wan bi çiqasî bifiroşin kêfa hilberîneran ne li cih e û wiha got: “Li herêmê 2 bazirgan biryar didin ku bi sedan cotkar çiqas qezenc bikin. Heta beriya 10 salan jî hezar û 500 dolim erdê me yê darê mişmişan hebû, lê niha me nêzî 12 hezar daran biriye. Me sala borî karkeran bi 80 TL’yî da xebitandin. Ji ber vê em karkeran jî erzan didin xebitandin. Em mafê wan dixwin, lê em jî qezenc nakin.”
 
PIŞTGIRÎ DIVÊ
 
Di berdewamê de Gedîk, destnîşan kir ku Yekîneya Avdaniyê bi kêfî tevdigere û li gel muhafazakariya xwe jî piraniya gundiyên wan ketine bin deynê krediyên yekîneyê û ev tişt got: “Şirketên balafiran mazotê bi 50 qurişî, şîrketên keştiyan mazotê bi 1.5 TL’yî dikirin lê çima ez mazotê bi 7 TL’yan dikirim? Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin. Ez qet wate nadim vê neyartiya li hemberî cotkaran. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka gubre, mazot û dermanan dewlet piştgirî bide cotkaran.” 
 
MA / Emrûllah Acar