Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir

img

WAN - Zêdebûna nirxên Dolar û Euro dike ku kelûpelên înşatê û parçeyên wesayîtan jî biha bibin. Esnafan diyar kir ku ji ber kelûpel biha dibin ew nikarin kar bikin. 

Di encama polîtîkayên aboriyê de kûrên dovîzê yên wek Dolar û Euro jî zêde dibin. Pereyê Tirk her roja ku diçe li ber pereyê biyanî dihele û nirxê xwe winda dike. Ev yek bandorê li ser kelûpelên înşatê û parçeyên wesayîtan jî dike. Dibe sedema ku ev kelûpel biha bibin. Li Wanê esnafên ku karê kelûpelên înşatan û parçeyên wesayîtan difiroşin ji ber vê rewşê bi gazinc in. 
 
Yavûz Akman ê bi salane hesin û çîmento difiroşe diyar kir ku ji ber zêdebûn kûrên dovîzê niha li Wanê hema bêje çêkirina înşatan hatiye asta rawestandinê. 
 
KES NIKARE KELÛPELÊN ÎNŞATAN BIKIRE 
 
Akman anî ziman ku salên berê dema 2 ton hesin difirot lê îsal hêj 100 ton hesin nefirotiye û got: “Bihayê hesin firiyaye. Sala par 50 kîlo çîmento bi 17 lîreyî difirot lê îsal 50 kîlo çîmento derketiye 24 lîreyan. Ji ber kurên dovîzê dektora înşatê sekinî ye û em nikarin tiştekî bifiroşin. Em nikarin pereyê xebatkaran bidin wan. Heke dovîz kêm bibe wê bihayê hesin jî kêm bibe. Salên berê daîreyek bi 300 hezar lîreyî dihat firotin lê niha heman daîre bi 600 hezar lîreyî tê firotin. Ev jî bandorê li ser kesên dixwazin daîreyan bikirin dike. Kes nikare tiştekî bikire.” 
 
BIHAYÊ PARÇEYÊN WESAYÎTAN HER ROJ ZÊDE DIBE 
 
Îbrahîm Sarp ê parçe û aksesûrên wesayîtan difiroşe jî diyar kir ku ji ber zêdebûna kurên dovîzê ew nikarin kelûpelan bikirin. Sarp da zanîn ku gelek hilberîn ji ber ku ji derveyî welat tê bi bihayê dolaran re girêdayî ye û ji ber vê yekê her roja ku diçe bihayê em difiroşin zêde dibe. Sarp anî ziman ku rûyê qoltixê ku sala par bi 200 lîreyê difirot îsal ew bi 600 lîreyî difiroşin. 
 
NIKARIN KAR BIKIN
 
Taner Çîftçî yê bi wesayîta xwe ajokariya serwîsê dike jî ji ber ku parçeyên wesayîtan her roja ku diçe biha dibin bi gazin ce û mesrefê wesayîtan gelek biha bûne û êdî ew nikarin kar bikin.