'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'

img
WAN - Li Wanê ji ber krîza aborî hema bibêje tu amadekarî û kelecanek ji bo meha Remezanê tune ye. Welatî ne dikarin ji bo sihora ne jî ji bo fitariyê danîstendinê bikin. Welatiyan got: "Ne mehek, em 12 mehan bi rojî ne." 
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî her roj kûrtir dibe. Li Wanê welatiyên ku berê beriya mehaRemezanê bi çend rojan, ji bo danûstendinê berê xwe dida Kolana Cumhûriyetê û rê û rêwanî di kolanê de tune bû, niha hema bibêje kolan vala ye. Welatî ne dikarin ji bo sihora ne jî ji bo fitariyê danîstendinê bikin. Welatiyan got: "Ne mehek, em 12 mehan bi rojî ne." 
 
KESÊN XIZAN NIKARIN TIŞTEKÎ JÎ BIKIRIN
 
Nûsret Denk, anî ziman ku ji ber krîza aborî êdî kelecana meha Remezanê jî nemaye û got: "Her tişt biha bûye. Em nikarin tiştekî jî bikirin. Kîloya sîran bûye 25 TL, a firingiyan bûye 7 TL."
 
Denk, bilêv kir ku kesên xizan nikarin tiştekî jî bikirin û got: "Kesên xizan mirine. Êdî gel nikare îdare bike. Meha Remezanê hat, em nikarin tiştekî jî bikirin. Em hinekî pere dixin berîka xwe, em tên çarşiyê çend tiştan dikirin, perê di bêrîka me de diqede." 
 
Abdulcebbar Çîçek ku tevî hevjîna xwe ji bo danûstendinê hatiye çarşiyê gotÇ "Êdî Remezan jî ne wekî yê berê ne. Berê me dikaribû çend tiştan bikire, lê niha tenê kesên pereyên wan hene dikarin bikirin. Her tişt biha bûye, me tiştek jî nekirî. Em ê îsal jî rojia xwe bigirin, lê em ê ji xwarina xwe kêm bikin." 
 
Sînem Çîçek jî destnîşan kir ku êdî nikarin tiştekî jî bikirin û got: "Berê qene me zexîre û tiştên taştê dikirîn. Her tişt biha bûye, em nikarin bikirin." 
 
Donme Işik jî got: "Karekî me tune ye. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Remezanên berê û yên niha ne wekhev in. Mirov dixwazin tiştina bikirin, lê pereyê wan têr nake." 
 
‘NE MEHEK, EM 12 MEHAN BI ROJÎ NE' 
 
Mehmet Emîn Şahîn jî diyar kir ku pere bi kesî re nemaye û got: "Remezan hat, em nikarin kîloyeke birin an jî tihîn bikirin. Êdî mirov nikarin tiştekî bikirin. Remezan hatiye, lê em nikarin tiştekî bikirin. Mirov ne mehekê, 12 mehan bi rojî ne. Êdî em nikarin tiştekî bibin malê." 
 
Sidik Karataş ku betal e û got: "Remezan hat, lê ne kar ne jî emelek me heye. Gelek kes betal in. Mirov perîşan û mexdûr in. Xwedê alîkarê me be. Berê fiyet pir ne biha bûn, lê niha em nikarin 2 kîlo şekir jî bikirin." 
 
Alî Can jî got: "Kar û barek me tune ye. Em di xaniyê bikirê de ne. Rojî emrê Xwedê ye, em mecbûr in bigirin. Lê em nikarin haziriya meha Remezanê bikin. Dibêjin krîza aborî tune ye, lê mirov nikarin pîdeya Remzanê jî bikirin." 
 
Esnaf Mûrat Demîr jî got: "Bila werin çav bi vî halê mirovan bikevin. Dev ji goş berde, mirov nikarin goştê mirîşka jî bikirin." 
 
Demîr, destnîşan kir ku bi salan e bacê dide dewletê û got: "Lê dewletê nikaribû salekê debara me bike. Me hemûya kredî kişand. Xwedê alîkarê me hemûya be." 
 
‘GUH NADIN ROJEVA GEL' 
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bibêje, diyar kir ku rojî ji bo misilmanan îbadet e û got: "Neheqî û bêedaletiyeke wisa heye ku ne mehekê, em 12 mehan birçî ne. Me bi birçîbûnê re rû bi rû dihêlin û ji bo rojevê biguherînin, her roj tiştekî davêjin meydanê. Berê di meha Remezanê de mirovan dikaribû tiştekî bikire, lê niha nikarin. Bi ser de pandemî jî ha. Rewş xirabtir bû. Tiştek bi dest mirovan nakeve. Ê bi çi fitariya xwe bikin? Kîloya birincê bûye 15 TL, rûn bûye 80 TL. Kîloya goş bûye 80 TL. Diviyabû rojeva Tirkiyeyê ev bûna, lê guh li rojeva gel nakin." 
 
MA / Mujdat Can