Serokê TURSAB: Piştgiriya bo turîzmê, ji bo alîgiran diçe

img
WAN - Fîrmayên Wanê ku bajarê geştiyarî yê herêma Serhediyê, can dide. Serokê TURSAB ê Herêmê Cevdet Ozgokçe, diyar kir ku piştgirî tenê ji bo fîrmayên alîgir tê dayîn û xwest deriyê sînor bê vekirin.
 
Her sal di navbera 15 û 22’yê Nîsanê de, bi bernameyên cuda Hefteya Tûrîzmê tê pîroz kirin. Hefteya Tûrîzmê mîna par, îsal jî ji ber şewba vîrûsa Kovîd-19 ewiqî. Ji ber şewbê di 2 salên dawî de, sektora turîzmê, gehişt asta têkçûyînê. Ji ber vê yekê şubeyên geştê, yek bi yek hatin girtin. Fîrmayên Wanê ku bajarê geştiyarî yê herêma Serhediyê, îro can dide. Ji ber ku deriyê sînorê Îranê yê li bajêr vedibe girtiye, hejmar turîstên biyanî ji sedî 90 kêm bû. Ji ber vê rewşê her ku diçe pirsgirêkên şubeyên geştê jî, mezintir dibin. 22 şubeyên li bajêr, nikarin kirêyên xwe bidin. 14 şubeyan jî, di vê pêvajoyê de, dest guhertin. Di heman demê de gelek şubeyan jî deriyên xwe girtin. 
 
Serokê Lijneya Rêveberiya Herêmê ya Yekitiya Şubeyên Geşta Tirkiyeyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe, pirsgirêkên di turîzmê de tên jiyîn vegotin. 
 
37 ŞUBE HATIN GIRTIN
 
Ozgokçe, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de, tûrîzma bajêr qediya û wiha axivî: “Endamên me kredî kişadin. Ji ber vê niha em xwe li ser piyan digirin. Li bajerên herêma Serhadê 37 şubeyên geştê hatin girtin. Ji ber ku tu piştgiriyek nayê dayîn, rewşa me pir xirabe. Li welatê em alîkarî ji bo şubeyên geştê û tûrîzmê nayin dayîn. Di pêvajoya pandemiyê de, 50 hezar TL kredî dan şubeyan. Ev jî gelek şertê wê hebûn. Li herêma me tenê 4 şubeyan karîn vê krediyê bigirin. Ji bo ku esnafên welat karibin kar bikin, divê bi awayekê bêbergîdank kredî bên dayîn.” 
 
PIŞTGIRIYÊ TENÊ DIDIN ‘ALÎGIRAN’
 
Ozgokçe, bal kişand ser piştgiriya ji bo turîzmê tê dayîn û wiha got: “Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy di pêvajoya pandemiyê de, piştgiriya herî mezin da fîrmayên alîgir. Li hemberî vê rewşê me zirarek mezin dît. Fîrmayên ku piştgirî ji bo wan nayin dayîn, neçar man ku karên cuda bikin. Dema ku Mehmet Nûrî Ersoy bû wezîr em keyfxweş bûn. Lê ez bi xemgînî dibêjim, dema ku wezîr hat ser peywirê tenê piştgirî da fîrmayên alîgirên xwe. Razemenî tenê ji bo otelên xwe kir. Ev jî em têk birin. Wezîr ji bo sektorê tu hewldan nîşan ne da. Esnaf hatiye ber îflasê. Divê çareseriyek mayin de ji bo vê bê dîtin.”
 
MA / Bariş Donmez