‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’

img

ÊLIH - Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (DÎSK) Mehmet Alî Başak, diyar kir ku sektora tekstîlê veguheriye qada kedxwariyê û got: “Li herêmê, hemû karker ji mafên xwe yên esasî bêpar tên hiştin.”

Li gorî danayên fermî li tevahiya Tirkiyeyê, milyonek û 300 karkerên tekstîlê hene. Nêzîkatiyên, bêkontrol û çavsoriyê, ev sektor veguherandiye qada kedxwariyê. Qada sektora tekstîlê, yek ji qadane ku herî zêde lê kedxwarî, zordestî û bêînsafî heye. Di vê sektorê de, bi taybetî herî zêde keda jin û zarok tê xwarin. Divê sektorê de, mirov bi saetên dirêj tên xebitandin, mûçeyek kêm tê dayîn û tu ewlekariya karkeren tuneye. Ev kedxwariya ku li tevahiya Tirkiyeyê xwe nîşan dide, li herêmê bi awayekê hîn xirabtir tê jiyîn
 
PANDEMÎ Û KARKERÊN TEKSTÎLÊ
 
Li bajarên herêmê yên Êlih, Wan, Mêrdînê û Riha jî di nav de, nêzî 100 hezar karkerên tekstîlê yên qeydkirî hene. Lê li cihên weke dibin derenceya de tê binavkirin jî, karên bi hezar TL û bêsîgorte dixebitin hene. Di heman demê de, li van pirsgirêkên tên jiyîn, vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a di Adara 2020’an de rû da, zêde bû. Karkerên tekstîlê yên di pêvajoya pandemiyê de, heya demek dirêj nekarin biçin kar, ji terxaniya bêkariyê bêpar hatin hiştin.
 
KARKERÊN BÊQEYD
 
Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Mehmet Alî Başak, sektora tekstîlê ya veguheriye qada kedxwariyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Başak, diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî milyonek û 300 hezar karkerên tekstîlê yên bi qeyd hene û wiha axivî: “Hejmara xebatkarên tekstîlê pire, lê hejmara karkerên sendîkayî kême. Li herêmê nêzî 100 hezar karkerên tekstîlê yên qeyd hene. Hejmara karkerên ne qeydkirî jî 220 hezaran derbas dike.”
 
HEVKARIYA PERGAL Û KARDÊRAN!
 
Başak, da zanîn ku li herêmê keda karkerên tekstîlê tê xwarin û wiha got: “Di tekstîlê de her tim kardêr dewlemend dibin. Pergala û karsaz di heman demê de êrişî karkeran dikin. Dema ku vê yekê dike, êrişî sendîkayan jî dike. Gefê li karkeran dixwin ku nebin endamê sendîkayê. Bi vî awayî karkeran bêparastin dihêlin û mafê wan ji dest wan digirin.”
 
KEDA JINAN
 
Başak, daxuyakirin ku pirsgirêkên li tevahiya Tirkiyeyê tên jiyîn, li herêmê zêdetir dibin û ev şirove kir: “Li herêmê karkerên ne qeydkirî pir zêde ne. Xebat nayê dayîn. Ji kar tên avêtin. Mûçeyek kêm tê dayîn û tazmînat nayê dayîn. Erzaniya Debara Hindik (AGÎ) ji destê wan tê girtin. Yanî kedxwariyek mezin heye. Li herêmê herî zêde jî keda jinan tê xwarin. Jinên daxwaza mafên xwe dikin jî, yan ji kar tên avêtin, an jî bi pêkanînên xirab re rûbirû dimînin. Li dijî van hemû bêmafî û kedxwariyan, divê kedkar bibin yek û têkoşîna mafê xwe mezin bikin.”
 
MA / Fethî Balaman