Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?

img
STENBOL - Karkerên înşeatê, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê dan û gotin: “Li cihê kar em li kêleka hev dixebitin. Bi awayekê qerebalix li otobusan siwar dibin. Di van deman vîrûs me nagire, ma wê di 1’ê Gulanê de me bigire? Ji bo wan destûr heye, çima ji bo me tuneye?” 
 
Karker û kedkaran, par ji ber hincetên şewba vîrûsa koronayê yên desthilatdariyê 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz nekirin. Ji bo ku karker vê roja xwe pîroz nekin, walîtiyên bajaran, şewb kirin hincet û heya 17’ê Gulanê hemû çalakî qedexe kirin. Sendîkayên bi gotina “Dema xebatê vîrûs nagire, lê di dema pîrozbahiya 1’ê Gulanê de vîrûs digire” bertek nîşanî qedexeyê dan û bang li her kesî kirin ku dakevin qadan û 1’ê Gulanê pîroz bikin. 
 
‘MA TENÊ JI BO ME QEDEXEYE?’
 
Karkerê înşeatê Sedat Kaya, diyar  kir ku 1’ê Gulanê roja cejna karkerane û wiha axivî: “Karker di vê rojê de doza mafê xwe dikin. Lê ev roj jî bi hinceta şewbê qedexe kirin. Me hîna kongreyên AKP’ê ji bîr nekirine. Dema ew dikin ji wan re ne qedexeye, lê dema em dikin ji me re qedexeye. Divê 1’ê Gulanê neyê qedexe kirin. Lê emê dîsan jî di 1’ê Gulanê de li qadan bin. 
 
Omer Çelîk ê karê înşeatê dike jî, da zanîn ku cihê pîrozkirina 1’ê Gulanê Qada Taksîmê ye û wiha bertek nîşanî qedexeyê da: “Bi salane ji bo Qada Taksîmê destûr nayê dayîn. Ji ber ku pergal, ji hatina me ya gel hev ditire. Naxwaze em bibin hêz. Her tim hewl dide me parçe bike. Ew destûrê nedin jî, emê dîsa li qadan bin. Emê dakevin qadan û daxwaza mafên xwe yên hatine xespkirin bikin.”
 
'EM QEDEXEYAN NAS NAKIN’
 
Karkerê  înşeatê Sedat Aydin jî, da zanîn ku 1’ê Gulanê di saya berxwedana karkeran de, weke roja cejna fermî ya karkeran hatiye qebûlkirin û wiha got: “30 salin ez di înşeatê de dixebitim. Ez her sal beşdarî pîrozvahiya 1’ê Gulanê dibim. Ezê îsal jî tu qedexeyan nas nakim. Li cihê kar em li kêleka hev dixebitin. Bi awayekê qerebalix li otobusan siwar dibin. Di van deman vîrûs me nagire, ma wê di 1’ê Gulanê de me bigire? Ji bo wan destûr heye, çima ji bo me tuneye? Divê karker vê qedexeyê nas nekin.”
 
WÊ DAXWAZÊN XWE BIQÎRÎN 
 
Aydin, bi bîr xist ku ew ê bi daxwazên xwe yên “li dijî cînayetên kar ên zêdebûne derxistina qanûnê”, “rakirina Kod 29” û “pêşiya rêxistinbûyîna sendîkayî vekirin” dakevin qadên 1’ê Gulanê û bang li her kesî kir ku bên li qadan daxwazên xwe biqîrîn. 
 
MA / Kadîr Guney