Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin

img
STENBOL – Karkerên ku gotin, ‘Vîrûsa ku di kongreye desthilatê de derbasî mirovan nabe çawa çêdibe di çalakiyên karkeran de derbasî mirov dibe’ karkeran vexwendin qadan. 
 
Karkerên ku salekê de di bin qrîza aborî û şewbê de dijîn û amedekariya pîrozkirina 1’ê Gulanê dikirin, ji aliyê walîtiyên bajaran ve heta 17’ê gulanê hemû çalakî hatin qedexekirin. Sendîkayan,  got ku Vîrûsadi kongreyên desthilatê de derbasî mirovan nabe çawa çêdibe di çalakiyên karkeran de derbasî mirov dibe û bang li karkeran kirin ku sibê li her derî 1’ê Gulanê pîroz bikin. 
 
ZEXT Û HINCET NIKARIN 1’Ê GULANÊ QEDEXE BIKN
 
Serhat Oztemel ku weke motora kurye dixebite, diyar kir ku 1’ê Gulanê remza çîna karkeran de û wiha gt: “Ji bo min 1’ê Gulanê hebûna çîna karkeran nîşan dide. Di şertên giran de dixebitim. Hem ji aliyê karsaz ve hem ji aliyê mudir ve hem jî ji aliyê muşterî ve zext li me tê kirin. Gelek hevalên me ji ber van zextan jiyana xwe ji dest dan. Ne zexta karsazan û ne jî hincetên pandemiyê nikarin 1’ê Gulanê qedexe bike. Em qedexeyan nas nekin. 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin. Ez bang li çîna karker a bindest dikim ku dakevin qadan û barîkatan derbas bikin.”
 
WÊ KARKER TÊK NEÇIN
 
Koşkar Kemal Dalkir jî da zanîn ku 1’ê Gulanê cejna karkerên taşerona ku kes wan nabîne û ev tişt anîn ziman: “Di salekê de desthilatê tenê karsazan parast. Îro bi kod 29 bi hezaran karker ji kare xwe bûn. Îsal jî em bi zordarî û qedexeyan diçin 1’ê Gulanê. Ez dizanim û bawer dikim ku wê karker têk neçin. Em ê dengê xwe bigihînin her derî. Heke weke karker em bibin yek em ê azad û hêz bibin. Werin em bi tev bi hev re mil bidin hev.”
 
BERPIRSYARÊ MIRINA DESTHILAT E
 
Karkerê tekstîlê Ercan Tîlmaş jî bi lêv kir ku 1’ê Gulanê tê wateya xelasiya kedê û wiha axivî: “Em bi daxwaza heqdesta mirovî, azadiya rêxistinbûna sendîkayayî û rakirina kod 29’ê diçin 1’’ê Gulanê. Bergiriyên ku desthilatê li dijî vîrûsa koronayê girtiye ne karkeran karsazan diparêze. Ji ber ku bergiriyên baş nayên girtin gelek karkeran jiyana xwe ji dest da. Vîrûsa ku di kongreyên desthilatê de derbasî mirovan nabe çawa çidibe di çalakiyên karkeran de derbasî mirov dibe. Şewb ji bo zêdekirina zexta aborî û siyasî tê bikaranîn. Çi dikin bila bikin wê ji hirsa gelê me yê kedkar xelas nebin. Em di pêvajoyeke zor re derbas dibin. Em ê van rojan bi têkoşîna xwe ya yekgirtî ya karkeran bidefînin.”
 
‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’ 
 
Karkerê tersaneye Mejmet Yetîk jî da zanîn ku karker li kargeh û xwaringehên wan li rex hev dixebitin û xwarinê dixwin vîrus derbasî wan nabe û desthilatê vê paşguh dike û ev tişt gotin: “Dema ku dor tê ser 1’ê Gulanê qedexeyan datînin. Bi hinceta şewbê 1’ê Gulanê tê qedexekirin. Desthilat naxwaze karker bên cem hev. Em bi daxwaza zemê ya ji bo heqdesta xwe diçin 1’ê Gulanê. Rexmî ku karkerê tersanê me jî bi bihayê asgarî dixebitim. Em di 1’ê Gulanê de dengê xwe bilind bikin û derkevin qadan.”