DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – DBP û HDP’ê bi daxuyaniyên niviskî 1’ê Gulanê piroz kirin û li dijî kedxwariyê banga mezinkirina têkoşînê kirin. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyên nivîskî 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran pîroz kirin. Her du partiyan jî di peyamên xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP’ê yên li dijî kedkar û karkeran û li dijî kedxwariya karkeran banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
PEYAMA DBP’Ê
 
DBP’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qedexeyên li dijî mafê sendîkayîbûnê û têkoşîna demokratîk û ev peyam da: “Di pêvajoyeke ku hemû xebatên siyasî tên terorîzekirin û qrîza aborî heye de bi milyonan mirov li ber sînorên birçîbûn û xizaniyê 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.  Daxwazên kesên alîgirên maf û kedê bi hinceta pandemiyê tên paşguhkirin. Welat weke şîrketê bi rê ve dibin, bi tank û topan êrişî gelê kurd û bi çoyan jî êrişî kedkaran dikin. Vê ji boı dirêjkirina emrê xwe û parastina jiyana xwe ya li qesran dikin. Em dizanin ku bi vê dxiwazin têkoşîna çîna karker, beşên kedê û muxalîfan qels bikin. Bi hêviya mezinkirina têkoşîna li dijî kedxwariyê em 1’ê Gulanê pîroz dikin û hêviyê bi rêxistin dikin.”
 
PEYAMA HDP’Ê
 
HDP’ê jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişa desthilatê ya li dijî kedkaran û ev peyam da: “Desthilata AKP-MHP’ê ji bo temamkirina avabûna pergala xwe ya nû gav bi gav di pêş de diçe. Ji berê heta îro li dijî karker, kedkar, jin, kurd û gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn kevneşopiya zext, tepisandin û komkujiyê hatiye meşandin. Ji bo kar-nan, edalet û azadiyan em bang li herkesî dikin ku li gorî rihê 1’ê Gulanê vedixwînin têkoşînê.”