16 karkerên çandiniyê birîndar bûn

img
OSMANIYE - Li navçeya Bahçe ya Osmaniyê mînîbûsa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, di nava tunelê de ji kontrolê derket û qelibî, di encama qezayê de 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn. 
 
Li navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê mînîbûseke ku bi plaka 63 S 1363 di nîvê şevê de di nav Tunela Kizlaç a li ser rêya Tarsûs-Edene-Dîlokê ji kontrolê derket û qelibî. Di qezayê de 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Li ser agahdarkirina ajokarên ku dîtin qeza çêbûye, gelek ambûlans, cenderme û agirkuj sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Karkerên ku birîndar bûn ji bo bên dermankirin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.