Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye

img
ÇEWLIG - Li Çewligê bi hinceta ku xwendekar nikaribûne têkevin EBA'yê meaşê meha Nîsanê yê mamosteyên biheq 50-150 TL hatiye razandin. Egîtîm-Senê destnîşan kir ku ya ku hatiye kirin neheqî ye û bang li mamosteyan kir ku doza heqê xwe bikin. 
 
Li gor daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) li Tirkiyeyê hejmara mamsoteyên biheq 69 hezar û 326 e. Ev mamoste serê dersê heqdestê digirin. Meaşê wan î mehane li dor hezar û 200 lîreyî û 2 hezar û 400 lîreyî ye. Serê dersê 19,56 TL'yî werdigirin. 
 
Li gor daneyên MEB'ê yên sala 2020'î 5 milyon xwendekar tevli dersên ji dûra nebûne. Ji ber vê jî mamosteyên biheq nikaribûne meaşê wergirin. Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi hinceta ku xwendekar nikaribûne tevli EBA'yê bibin, meaşê meha Nîsanê yê mamosteyên biheqdest 50-150 TL hatiye razandin. 
 
Serokê Egîtîm-Sen a Çewligê Farûk Arîz, diyar kir ku li bajêr hejmara mamosteyên biheq 450-500 e. Arîz, bilêv kir ku MEB'ê di 16'ê Nîsanê de daxuyandiye ku dê heqê dersên pêvakî yên nayên dayîn nede û ji ber vê mamoste, nexasim jî mamosteyên biheq mexdûr bûne. Arîz got: "Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê vê mehê meaşê hin mamosteyan 50-150 TL hat razandin. Halbûkî berpirsiyarê dersên nehatine kirin ne mamoste ye. Mamoste amadekariya xwe dike û dersê dide destpêkirin, lê xwendekar nikare pêwendiyê bi pergala EBA'yê re deyne an jî daxil nabe. Lewma qutkirina meaşê mamosteyan neheqî ye." 
 
'GILÎ BIKIN' 
 
Arîz, destnîşan kir ku ji wezaretê heya bi midûrên bajaran, ji midûrên dibistanan heya cîgirên midûran her kes meaşê xwe, heqê dersên pêvekî distîne û got: "Lê radibin ên mamosteyan dibirin. Di vî warî de dozên emsal hene. Lewma divê mamosteyên mexdûr hemû doza heqê xwe bikin. Heger neyê dayîn, bila serî li darazê bidin. Em Egîtîm-Sen em ê di vî warî de alîkariya wan bikin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar