Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî

img
WAN - Esnafên Wanê, biryara Wezareta Karên Navxweyî ku heya 17'ê Gulanê li marketan ji xeynî pêdiviyên sereke firtoina berên din qedexe kiriye, wekî biryareke "eletewş" nirxandin. 
 
Wezareta Karên Navxweyî di 7'ê Gulanê de "tevdîrên marketan" dabû destpêkirin. Tevdîrên navbirî dê heya 17'ê Gulanê bidomin. Wezaretê di çarçoveya van tevdîran de li marketan ji xeynî pêdiviyên sereke firotina berên din qedexe kiriye. 
 
Esnafên Wanê bertek nîşanî vê biryarê dan. 
 
SERFETIHÊ JÎ NAKIN 
 
Esnaf Nûrettîn Temîzer, destnîşan kir ku bi tevdîrên nû re rewşa wan a aborî xirabtir bûye. Temîzer, bilêv kir ku dikana wî vekiriye lê kes nayê tiştekî nakire û ji ber vê nikare 45 hezar TL deynê xwe bide. Temizer got: "Hema bibêje esnafên çarşiyê hemû deyndar in. Car heye heftê 3 rojan jî em serfetihê nakin. Bac, kirê, fatûre hene. Em dixwazin aliyê esnafan bê kirin. Demildest divê krediyeke bêfaîz bidin esnafan." 
 
Esnaf Abdulmutalîp Sûltanoglû, anî ziman ku ji ber tevdîran û kotaya ji fiortina xeynî pêdiviyên sereke karê wan nemeya. Sûltanoglû, bilêv kir ku roj heye tiştek jî nayê firotin û ji bo giştînameya dawî ya wezaretê got: "Tiştekî eletewş e." 
 
Sûltanoglû got: "Di giştînameyê de dibêje, 'Tu yê ji xeynî pêdiviyên sereke tiştekî nefiroşî.' Mirov diçin marketê, lê ji xeynî pêdiviyên sereke nikarin tiştekî bikirin. Em ji mirovan re dibêjin, 'herin piştî 17'ê mehê werin.' Çi tiştekî eletewş. Qedexeyeke bi vî awayî nabe. Heger qedexe be bila ji binî de be. Di kongreyan de bi hezaran mirov kom dibin û nexweşîn zêde dibe. Sedema belavbûna vê nexweşînê kongre ne. Gava kesek dimire, sê mirov nikarin tevli merasîma definkirinê bibin, lê ew radibin tevî bi hezaran kesî kongreyan li dar dixin. Ji bo me tiştekî, din ji bo wan tiştekî din." 
 
‘EM PERÎŞAN BÛNE' 
 
Esnaf Medenî Aslan ku ji ber tevdîrên dawî dikana xwe girtiye, anî ziman ku mehek e rewşa karê wan pir xirab bûye. Aslan, bilêv kir ku ji roja ku pandemî belav bûye nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û got: "Qedexeyan datînin lê alîkariya esnafan nakin. Xwediyê milk kirêya xwe dixwaze, lê em nikarin bidin. qaşo îqtidarê kredî da me, lê her roj faîz tê ser. Em dixwazin taloq bikin, lê dîsa faîzê lê bar dikin. Em esnaf perîşan bûne."