Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin

img
RÎZE - Serokkomar Erdogan ragihand ku îsal dê fiyetê çaya ter 4 lîre be. Serokê Odeya Çandiniyê ya Rîzeyê Nevzat Palîç, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku di 11 salan de tenê qurîşek li prîma destekkirinê ya çayê hatiye zêdekirin û hilberînerên mehkûmî sektora taybet bûne tên mexdûrkirin. 
 
Li Rojhilatê Behra Reş paleyiya çayê di 17'ê Gulanê de dest pê kir. Serokkomar Tayyîp Erdogan, roja ku paleyî dest pê kir daxuyand ku fiyetê çaya ter 3 lîre û 87 qurîş û tevî 13 qurîş prîma destekê 4 lîre ye. 
 
Serokê Odeya Çandiniyê ya Rîzeyê Nevzat Palîç, fiyetê çaya ter û bandora wê ya li hilberîneran nirxand. 
 
Palîç, anî ziman ku hilberîner ji ber fiyetên par hatine mexdûrkirin û par fiyetê herî kêm fiyetê çayê bûye. Palîç, bibîr xist ku sektora taybet garantiya ku dê fiyet kêm neke daye û got: "Lê sektora taybet sê rojan jî li ser soza xwe nema. Ji sedî 40'ê çayê bi fiyetekî erzan stend. Yanî di sala 2020'an de, di qada çandiniyê de herî zêde hilberînerên çayê mexdûr bûn. Me xwest fiyet 4 lîre û 40 qurîş be. Ev li gor par zemeke ji sedî 30 bû. A rast ev fiyet bi xwe jî li gor mesrefê gubre kêm bû, lê rabûn fiyetek hîn kêmtir aşkere kirin." 
 
PÎŞESAZ MEMNÛN IN 
 
Palîç, destnîşan kir ku fiyetê hatiye aşkerekirin tenê ji bo pîşesazên çayê fiyetek baş e û got: "Lê 2010 hezar hilberînerên çay ne memnûn in. Lê Wezîrê Çandiniyê fêm nake. 20 sal in serokê odeyê me. Hema bibêje di vî 20 salî de hemû wezîrên çandiniyê serdana odeya me kirine. Lê wezîrê niha qet nehatiye odeya me. Daxwaza me ya ji bo hevdîtinê hê jî didome." 
 
DI 11 SALAN DE QURÎŞEK 
 
Palîç, anî ziman ku di 11 salan de tenê qurîşek li prîma destekê hatiye zêdekirin. Palîç, diyar kir ku herî dawî 6 sal berê prîma destekê hatibû zemkirin û got: "Gava destek tê dayîn maliyet kêm dibe. Ji bo îthalat û qaçaxî kêm bibe, dim dixwazin prîm bên zêdekirin. Em li Rojhilatê Behra Reş, li 4 başaran behsa 210 hezar hilberîneran dikin. Gava em pênc qatên vên bihesibînin, di ser milyonekê re mirov debara xwe tenê bi çayê dikin." 
 
SEKTORA TAYBET
 
Palîç, destnîşan kir ku ÇAYKÛR'ê ewilî kota danetanî û ev yek ji bo hilberîneran baş bû, lê belê piştî ku kapasîteya hilberînê ya salane bû 9 hezar û 200 ton rojane kota hat danîn. Palîç got: "Gava kontejana rojane 20 kîlo be, derfeteke hilberîneran tune ye ku çayê têxin depoyan û bidin sekinandin. Ji ber vê welatî ji mecbûrî berê xwe didin sektora taybet. Gava firsendek wiha dikeve destê sektora taybet, ew jî fiyet kêm dike."
 
MA / Tolga Guney