Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin

img

MÊRSÎN - Sewalkaran, diyar kirin ku ji ber zemên, ceh, êm û kayê her roja diçe rewşa wan xirabtir dibe û gotin: “Piştgiriyek baş ji bo me nayê dayîn. Ger wisan biçe, herî zêde salekê em ê karibin li ber xwe bidin.”  

 
Li Tirkiyeyê, ji ber polîtîkayên heyî sewalkarî tune dibe. Par, tona ceh bi hezar û 100 TL’an bû, lê îsal bûye 2 hezar û 100 TL. Dîsa tona kayê ya bi hezar û 300 TL’an dihat kirîn îsal bûye 2 hezar TL. Kîsê êm a ku bi 70 TL’an dihat kirîn jî, derketiye 120 TL’an. Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê, welatiyên bi xwedîkirina heywanan re eleqedar dibin, derbarê rewş û pirsgirêkên xwe de axivîn. 
 
4 MEHAN XWEDÎ DIKIN
 
Îsa Demîr ê debara malbata xwe bi sewalkariyê dike, bal kişand ser zor û zehmetiyên sewalkariyê, bihabûna êm, ceh û kayê. Demîr, diyar kir ku ew dibin şertên zor de sewalkariyê dikin û wiha axivî: “Ger wisan dewam bike, ezê neçar bimînim ku dev ji vî karî berdim. Ji ber şert û mercên herêmê, em tenê 4 mehan dikarin heywanên xwe li derve biçêrînin. Weke din em di hûndir de heywanên xwe xwedî dikin. Li qesap em kîloya goş bi 40,45 lîreyan didin. Lê qesab jî kîloya goş bi 60 û 65 lîreyan difiroşe. Hem qesab û hem jî firoşkarên êm tehdeyê li me dikin. Em ji van dixebitin. Ji ber ku dewlet bergiriyan nagire, em bûne hemalên qesaban. Bê edaletiyek mezin heye. Em koçerin. Ji ber vê tecrûbeyên me yên karên din tuneye. Kesên sewalkariyê dikin, bi karekê din ve eleqeder nabin. Gelek kesên ku ev kar dikirin, îflas kirin. Yên ku ji ber deynên xwe întîhar kirin jî hene. Piştgiriyek baş ji bo me nayê dayîn. Ger wisan biçe, herî zêde salekê em ê karibin li ber xwe bidin.”
 
QAŞO PIŞTGIRIYÊ DIDIN
 
Bayram Demîr ê bi salane sewalkariyê die jî, bal kişand  ser rewşa xwe û wiha axivî: “Cotê berxan ên ku me di salên derbasbûyî de bi hezar û 700 TL’an dikirî, îsal me bi 2 hezar û 200 TL’an kirî. 4 mehan di hûndir de em li van berxan mêze dikin. Di vê navberê de, mesref her cotek berx 800 lîreye. Niha mihên min gehiştine asta firotinê, lê fer ez bifiroşim, ezê zererek mezin bikim. Piştgiriya ji bo me tê dayîn pir kême. Alîkariya ji bo min tê kirin, tenê têra rojek êmê heywanan dike. Qaşo alîkariyê didin. Mesrefa heywanan pir zêdeye. Ji bilî vî karî jî em nikarin tu karekê din bikin. Ji ber tu tecrubeyeke min tuneye.
 
Demîr, da zanîn ku bila kes derewan neke û wiha bertek nîşan da: “Li Tirkiyeyê, hejmara bez û dewaran pir zêdeye. Ev hejmar têra her me hemûyan dike. Lê ji ber ku ji derve heywanan tînin, ên di hûndir de bêxwedî dihêlin. Bi me dilîzin. Bi goşê ji derve tînin, tenê qezenca marketên mezin zêde dikin.”
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Omer Akin