Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne

img
ANTALYA - Şandeya HDP’ê ku bi karkerên çandiniyê û stranbêjan re hat bahev, têkildarî pirsgirêkan pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin. Kedkaran jî şertên giran û rewşa neyînî anîn ziman.  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) seredanên xwe yên di çarçoveya ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ de li Antalyayê didomîne. Şandeya ku ji Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Hevserokên HDP’ê yên Antalyayê Muhsîn Taşar û Remziye Zengîn, endamên Meclîsa Partiyê Ahmet Kaya, Songul Şarkli û rêveberên bajêr û navçeyan pêk dihat pirsgirêkên esnafên navçeyên Kepez, Mûratpaşa û Aksû, karkerên çandiniyê û xebatkarên di binesaziya ceyranê de dixebitin guhdar kirin. 
 
COTKAR JI BUHAYAN BI GAZIN IN
 
Şande, ewil bi cotkarên serayê yên li Taxa Pinarbaşi ya navçeya Aksûyê re hatin bahev. Cotkarên ku ji bihayê gubre û dermanan gazin kirin û ev tişt gotin: “Bihayê ceyran, gubre û dermanan gelek zêde ye. Gubreyê ku beriya sê salan me 140 lîre dikirî niha bûye 200 lîre. Dermanên ku beriya du salan me 20 lîreyî dikirî niha bûye 100-150 lîre. Kîloya kaxiza serayê 2 lîre bû niha bûye 8 lîre. Hema bêje her tişt sê qed zêde bûye. Em ji tu derê alîkariyê nagirin. Ez cotkar im tenê carekê 90 lîre alîkariya min kirin. Em mecbûr dimînin ku bihayê ku şîrket diyar dikin bifiroşin. Ew û însafa xwe. Em nikarin bazarê jî bikin. Em dixwazin ku di nava şîrket û hilberîneran de maseyeke hevpar were avakirin, li ser wê maseyê biha were diyarkirin.”
 
‘STRANBÊJÊN KOLANAN JÎ TÊK ÇÛNE’
 
Şande pişt re bi stranbêjên heremî yên kolan û dawetan ên li navçeya Kepezê re hatin bahev. Hunermendan diyar kir ku tu alîkarî negirtine û destnîşan kirin ku hikumet wan tune dihesibîne. Ji stranbêjan Saîd Roj da zanîn ku li Antalyayê nêzî 80 hezar stranbêj hene û wiha got: “Niha destûrê nadin ku em li dawetan jî bixebitin. Zextên polîsan jî li ser me hene. Niha stranbêjên kolanan têk çûne. Me ji hikumetê tu alîkarî negirt. Kesên ku dibêjin me girt zext li wan tê kirin. Tu hêviyên me ji hikumetê nînin. Gelê me wê ji me re bibe alîkar. Bila hikumet dest nede me bes e. Çima ji stranbêjên dawetan re serbest e ji stranbêjên kolanan re qedexe ye? Em dixwazin komeleyekê ava bikin. Wê komele ji bo me gelek baş be.”