Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin

img

ÊLIH - Li Sasonê 400 malbat bi çandina çîlekan debara xwe dikin û dixwazin çîlekên wan daxilî nav bazara cîhanê bibin. 

 
Li navçeya Sason a Êlihê, piştî ku çandina tûtinê hat qedexekirin, di sala 2007'an de hin malbatan ji bo debara xwe bikin dest bi çandina çîlekan kirin. Ewilî 5 cotkar dest bi vî karî kirin û 5 donim çîlek çandin, lê niha zêdetirî 400 malbat vî karî dikin. Salê 3 hezar û 500 ton rekolte bi dest dikeve. Kîloya çîlekan bi 7-8 TL'yan tê firotin. 
 
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihê ji bo çîlekên Sasonê serî li Saziya Patent û Markayê ya Tirk da û ji bo ev çîlek di nav bazarên cîhanê de cih bigirin di nava hin hewldanan de ye. 
 
Li navçeyê çinîna çîlekan di dawiya meha Nîsanê de dest pê dike. Cotkar Mîzbah Kaplan, anî ziman ku piştî tûtin hatiye qedexekirin zehmetî kişandine û çandina çîlekn bi hawariya gelê navçeyê de hatiye. Kaplan, diyar kir ku ji biharê heya dawiya payizê vî karî dikin û got: "Divê tu baş li wan miqate bî. Tevrika wê, avdaniya wê, çandina şitlên wê... Piştî vê em berên xwe yên ewil di biharê de berhev dikin. Ên zêde diçînin vî karî bi karkeran didin kirin. Ên hindikî diçînin bi xwe berhev dikin." 
 
KÎLOYA WAN 7 LÎRE Û NÎV E 
 
Kaplan, diyar kir ku çîlekên wan bêhormon in û gubreyê heywanan didin wan. Kaplan, bilêv kir ku çîlek fêkiyeke baş e û qismek berên xwe li ser rêya Sason-Êlihê, qismek jê jî li Êlih, Mêrdîn û Amedê difiroşin. Kaplan, da zanîn ku kîloya çîlekan bi 7 lîre û nîvan didin û qaseya wan jî bi 35-40 TL'yî difiroşin. Kaplan, destnîşan kir ku divê çîlekên Sasonê daxilî nav bazara cîhanê bibin û ji bo vê ji destê kê çi tê divê bike. 
 
RÎÇAL Û XOŞAV 
 
Cotkar Mîzgîn Kaplan jî anî ziman ku ji Nîsanê heya Cotmehê çîlekan berhev dikin. Kaplan, bilêv kir ku serê sibehê û nîvro çîlekan berhev dikin, ji lew re çîlekên di hênkayiyê de tên berhevkirin û yên di germê de tên ebrhevkirin tahma wan ne wekhev e. Kaplan, diyar kir ku qismek çîlekên xwe difiron û got: "Em qismek jê jî hişk dikin. Dikin rîçal û xoşav. Em rîçalê ji bo zivistanê çêdikin." 
 
MA / Fethî Balaman